Komîsyon bang li welatiyan dike ku serdana navendên tomarkirina biyometrîk bikin
Kurdistan 01:41 PM - 2024-03-10
PUKMEDIA
Kertên denganê
Komisyona Bilind a Serbixwe ya
Hilbijartinan bang li hemû hilbijêrên ku xwediyê kartên biyometrîk nînin kir ku
ji bo qeyda xwe serdana navenda herî nêz a komisyonê bikin.
Berdevka Komisyona Bilind a
Serbixwe ya Hilbijartinan Cumane El-Gelayî di daxuyaniyeke taybet de ji
PUKMEDIA re ragihand: Îro Yekşemê 10/3/2024, dema dawî ya tomarkirina
biyometrîk ji bo dengderan li Herêma Kurdistanê ye.
Wê her wiha got: Em bang li
welatiyên Herêma Kurdistanê yên ku xwediyê kartên biyometrî nînin, ji bo
tomarkirina daneyên xwe serdana navenda tomarkirinê ya herî nêzîk bikin, dê
kartên biyometrî ji wan re bên dayîn û mafê wan heye beşdarî hilbijartinan bibin.
Avakirina komîteyeke navendî ji bo birêvebirina hilbijartinên Parlamentoya KurdistanêCumane El-Geleyî dibêje: Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan bi fermana wezîr, komîteyek navendî bi serokatiya dadwer Ebas Ferhan Hesen serokê dezgeha hilbijartinan di komîsyonê de, ji bo birêvebirina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, ku biryar e di roja 10-6-2024 de birêve biçe, ava kir.
Got jî: Ji karên vê komîteyê cîbicîkirina biryar, rêzikname û rêkarên ku ji aliyê desteya komîsyonê ve hatine derxistin, amadekirina pilanên teknîkî û kargêrî yên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, şopandina pêkhateyên îdarî yên Komîsyona Herêma Kurdistanê ye. û kar û barên îdarî û karên teknîkî û darayî yên girêdayî proseya hilbijartinan birêve bibin.
Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan di çarçoveya amadekariyên berdewam ên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de ku biryar e di 10-6-2024 de birêve biçe, hejmara dengderên nû li Herêma Kurdistanê û hejmara kartên biyometrîk li ser welatiyan hatine dabeşkirin eşkere kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

