Iraq dê mûçeyên Herêma Kurdistanê bişîne
Kurdistan 11:06 AM - 2024-03-09
PUKMEDIA
Pereyê iraqî
Endamê Komîteya Darayî ragihand, mûçeyên fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vê heftiyê de ji Iraqê bo Herêma Kurdistanê tên şandin û got:“Wezareta Darayî ya Iraqê dê biyometrîkan bikar bîne da ku hesabên bankî ji karmendan re çêbike.’’
Hesabên bankê dê di demek nêzîk de ji bo mûçeyê karmendên bên vekirin
Endama Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Dr.Narmîn Merûf ragihand: “Wezareta Darayî ya Iraqê dê di vê hefteyê de mûçeyên fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bişîne.
Dr.Narmîn Merûf got: "Tevî ku lîsteya karmendên mûçe bi zimanê erebî ji Wezareta Darayî ya Iraqê re hatiye şandin, lê li gor Taif Samî, Wezîrê Darayî yê Iraqê dikare di demeke nêzîk de hesabên bankî ji bo karmendên Herêma Kurdistanê yên bi mûçe veke."
Meaşê meha Adarê dê bi rêya hesabên bankê bê belavkirin
Wezîrê Darayî yê Iraqê di civîna ligel Komîteya Darayî ya Encûmena Nûnerên Iraqê de got: Divê hemû karmendên Herêma Kurdistanê ji bo mûçeyê meha Adarê li yek ji bankên dewleta Iraqê hesabê bankê hebin.’’
Dadgeha Federal a Iraqê di 21ê Sibata 2024ê de biryar da ku hikûmeta Iraqê mûçeyên mehane yên karmendên Herêma Kurdistanê bide.
Biyometrîk dê bên bikaranîn
Hikûmeta Herêma Kurdistanê beriya niha di çarçoveya sîstema biyometrîkê de agahî û zanyariyên li ser mûçeyên karmendan kom kiribû. Li ser vê sîstemê dê ji bo karmendên bi mûçe vekirina hesabên bankê hêsantir bibe.
Endama Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Narmîn Ma'rûf got ku Wezareta Darayî dê ji bo vekirina hesabên bankî ji karmendan re biyometrîk bikar bîne û bankên dewletî jî dê vî karî bikin.
Dr.Narmîn Ma'rûf got: "Wezîrê Darayî yê Iraqê ji me re got ku ew dane û zanyariyên ku berê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve di çarçoveya biyometrîkê de hatine komkirin, emê ji bo hesabê bankê yên mûçeyên karmendan bikar bînin."
Sîstema biyometrîk ku di sala 2017an de di bin çavdêriya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî de hatibû ragihandin, karibû hemû karmendan di sîstemê de tomar bike, li gorî PUKMEDIAyê, nêzîkî 1.4 milyon karmend di sîstema Biyometrîkê de qebûl dike û Wezareta Darayî ya Iraqê dê bi biyometrîka hesabên bankî ji bo mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê veke.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06




.jpg)

Aplîkêşin

