Serok Bafil: Em israr dikin ku hilbijartinên adil di dema xwe de bên kirin
Kurdistan 06:19 PM - 2024-03-06
Ofîsa Serok Bafil Celal Talebanî
Serok Bafil u Cîgira Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîka
Serokê Yekîtiya Niştimani ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li baregeha mekteba siyasî ya Hewlêrê pêşwaziya Cîgira Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Victoria Tailor kir.
Di hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Mark Straw tê de amade bû, pêşhatên dawî yên siyasî, aborî û emnî yên li herêmê, Iraq, navçeyê û pirsa hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê hatin gotûbêjkirin. Dubare berdewamiya diyaloga avaker di navbera hêz û aliyên siyasî de ji bo parastina aramiyê û derbaskirina kêşeyan tekez kirin.
Di civînê de behsa rol û rola hêzên hevpeyman li paşerojê di şerê dijî terorîstan de û alîkariyên wan bo hêzên çekdarên Herêma Kurdistanê û Iraqê hate kirin û di vê derbarê de Serok Bafil got:“Pêwîste mayîna hêzên hevpeyman li gorî rasteqînî û pêwîstiyên îro yên herêmê be û bibe alîkar bo aramiya herêmê, ji bo vê yekê jî em piştevaniya danûstandinên di navbera hikûmeta Iraqê û hevpeymaniyê de dikin daku bigihin têgihiştineke hevbeş ku xizmeta aştî û ewlehiyê bike.’’
Pirsa hilbijartinên Herêma Kurdistanê mijareke dinê vê hevdîtinê bû û di wê hevdîtinê de nêrînên xwe danustandin û di vê derbarê de Serok Bafil got: “YNK’ê tekezî li ser lidarxistina hilbijartinên adil di dema xwe de dike û hewlên me jî ew bû ku sîstemeke ku rewşa niha ya herêma me nîşan bide û bingehên demokrasiyê bihêz bike.’’
Her wiha got:"Hilbijartinên ku dibûn, ezmûna herêmê xirab dikirin, ne ku wê bihêztir bikira."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

