Serok Bafil ji bo bîranîna serhildanê: Em ê rêya şaş a siyaset û rêveberiyê sererast bikin
Kurdistan 11:48 AM - 2024-03-05
Arşîv
Serok Bafil Celal Talabanî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî bi boneya 33 saliya serhildana gelê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de tekez kir ku armanca Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bilindkirina gelê Kurdistanê ye û axa wê biparêze.
Daxuyaniya Serok Bafil Celal Talebanî wiha ye:
Welatiyên hêja
Ey heyranên birûmet ên Rania û herêma Raparin
Em îro serhildana dîrokî ya gelê Kurd û mêrxasî û qehremaniya we bi serbilindî bi bîr tînin, Pêşmergeyên qehreman û hemû têkoşerên ku tarîtiya şevan ronî kirin û mizgîniya pêşerojeke geş ji bo Kurdistanê anîne bi bîr tînin.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi mezinahiya dîroka geş û birûmet a ku we tomar kiriye dizane û we çend kurên leheng dane vê xakê, em bi bîr tînin ku we çiqas êş û azar kişandiye û we çawa tama xofa jiyanê dîtiye lewra Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hertim xwe deyndarê we û malbatên şehîdên me yên birûmet dibîne.
Em pê dihesin ku gelek rexne hene, armancên ku xwîna pak a şehîdên me ji bo wan hatiye rijandin, wekî wan pêk nehatiye, xizmetguzarî ne di asta pêwîst de ye û rewş ne ya we ye û me jî hêvî dikir.Lê weke berê jî me soz dabû, emê vê rêbaza şaş a siyaset û rêvebirinê serast bikin û pêgeha destûrî ya Kurdistanê di navenda biryarên siyasî yên Bexdayê de biparêzin û niha jî dupat dikin ku YNK hêzeke ku pişta xwe bide gelê xwe û dest ji gel bernedaye û bernade.
Di heyama derbasbûyî de, bi alîkariya Xwedayê mezin û piştre jî bi piştevaniya hemwelatiyên hêja yên Kurdistanê, me gavên bibandor ji bo jiyana gelê xwe avêtiye û encamên wan jî bi zelalî xuya ne û bê guman tişta ku me kiriye û em ê bikin jî di çarçoveya parastina berjewendiyên bilind û netewî de ye, piraniya armancên me pêşdebirina gel û parastina axa Kurdistanê ye.
Silav li ruhê şehîdan û serxweşî ji bo malbatên wan ên dilsoz û serbilind.
Her tim şad û bextewar bin.
Bafil Celal Talabanî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
Serok Bafil:Hikûmeta bê divê hevseng û hevkarî têde be
12:02 AM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05






Aplîkêşin

