Ji bo hilbijartina 4 navçe û 100 kursî hatine avakirin

Kurdistan 05:36 PM - 2024-03-04
Parlamentoya Kurdistanê PUKMEDIA

Parlamentoya Kurdistanê

Hilbijartinên Parlemana Kurdistanê

Biryare Hilbijartinên Parlementiya Kurdistanê di 10-6-2024 de birêve biçe, Encumena Komisyonên Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan system û rênimayên taybet bi hilbiojartinan pejirand û Herêma Kurdistanê li ser 4 bazneyan hate dabeşkirin her yek li parizgahekê.

4 Bazneyên hilbijartinê û dabeşkirina kursiyan
Cumana El-Ghelayî di daxuyaniyeke taybet de digel PUKMEDIA yê re dibêje: Herêma Kurdistanê li ser çar navçeyên hilbijartinan hatiye dabeşkirin: Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebce ku 34 kursî ji bo Hewlêrê, 38 kursî bo Silêmaniyê, 25 kursî ji bo Duhokê û 3 kursî bo parêzgeha Helebce.
Her du partiyên siyasî hevpeymaniyekê çêdikin
Tomarkirina hevpeymaniyan ji (5/3/2024) vebûye û dê heta (14/3/2024) berdewam be û nayê dirêjkirin û tomarkirin li baregeha karûbarê partî û rêxistinên siyasî li Bexda tê kirin û li buroyên hilbijartinê yên li parêzgehên herêmê. Mafê du partiyên siyasî heye ku bibin hevpeyman û lîsteyên namzedên xwe ji bo beşdariya di hilbijartinan de pêşkêş bikin. û partiyên siyasî divê li her baznayeke hilbijartinê yek lîste ji namzetan re pêşkêş bikin û destûr nayê dayîn ku partî di zêdetir ji yek hevpeymaniyê de beşdar bibin.
Mercên namzedê Parlamentoya Kurdistanê
Cumana El-Geleyî dibêje: Namzedê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pêwîst e hemwelatiyê Herêma Kurdistanê be, rûniştvanê navça hilbijartinê ya ku tê de namzed be û bîst û pênc salî zêdetir be û di xwendin û nivîsandinê de şareza beû ti hikim li ser tine be.
Çawaniya tomarkirina hevpeymanên siyasî
Komîsyon ji hevpeymaniya siyasî 5 milyon dînarên Êraqî werdigire, ku nayê vegerandin.
Mercên vekişînê
Partî yan rêxistina siyasî mafê wê heye ku berî bidawîhatina dema şandina lîsteyên namzedan, xwe ji hevpeymaniya siyasî ya tomarkirî vekişîne û di nav partiyên ku di nav wê de hatine organîzekirin de   hevpeymanî bimîne.  Hevpeymanî tê hilweşandin eger ji 2 partiyan pêk tê û yek jê vekşe, herweha vekşandin jî wê tenê bi xwestina ji serokê partiyê an serokê Hevpeymaniyê be.
Hejmara kertên Biyometrîk
Kartên dengdanê yên li Herêma Kurdistanê ji 1ê Kanûna Pêşîn a 2024ê heta 29ê Sibata 2024ê 81 hezar û 704 kartên biyometrîk, li Hewlêrê 16 hezar û 511, li Duhokê 14 hezar û 179 û li Silêmaniyê 51 hezar û 14 kartên biyometrîk li ser welatiyan hatine dabeşkirin.
Hejmara dengdêrên nû qeydkirî
Li Herêma Kurdistanê heta 28ê Sibata 2024ê hejmara dengdêrên tomarkirî 76 hezar û 484 dengderên biyometrîk, li Hewlêrê 34 hezar û 888, li Duhokê 21 hezar û 203 û li Silêmaniyê jî 20 hezar û 357 dengder in.
Hejmara hemwelatiyên mafê dengdanê di hilbijartinên bê yên Parlamentoya Kurdistanê de 3 milyon û 789 hezar û 360 hemwelatî ye.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket