Parlementarên beşdarnabûyî tên sizakirin
Kurdistan 01:31 PM - 2024-03-03
Ajansan
Encumena Nûneran
Biryara
Serokatiya Meclisa Nûneran ya ji bo cezakirina parlamenterên ku beşdarî civînên
Encûmenê nabin ket ware cîbicîkirinê û wê ji mûçeyên wan a mehane bibrin.
Wê 170 milyon dînar bê birînÇavkaniyekî agehdar ji Encumena Nûneran ji PUKMEDIA yê re ragihand: Biryara Serokatiya Parlamentoyê ya derbarê sizakirina nûnerên ku di civînên encûmenê de beşdar nabin wê ji mûçeyên mehane yên wan bê birîn, û bi giştî mehane 170 milyon dînar dike.
Çavkaniyê amaje bi wê yekê jî kir: eger her nûnerek di rûniştinekê de neamade be, milyonek dînar ji mûçeyê wî tê kêmkirin û 500 hezar dînar jî ji beşdarnebûna wî di her komîteya parlamentoyê de tê birîn.
Birîna MûçeNûnerê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Biryar Reşîd di daxuyaniyeke taybet de ji PUKMEDIA re ragihand: Serokatiya Encûmena Nûneran biryar da ku mûçeyê nûnerên ku di civînên encûmenê de ne beşdar bûn, were paşxistin.
Hebûna parlementeriyê lawaz bûyeNûner Biryar Reşîd dibêje: Ev biryar ji ber beşdarnebûna nûneran di civînên encûmenê de û lawazbûna hebûna parlamentoyê piştî bidawîhatina civîna yasayî hat.
Got jî: Serokatiya civata nûneran ev biryar bi sedema dûbarebûna pirsa nebûna hemahengî û nemana nûneran bê hincet û sedemên yasayî da.
Ev biryar her hebûyeParlementarê serbixwe Yusif Kilabî di daxuyaniyekê de ji PUKMEDIA re ragihand ku Ev biryar her di sîstema navxweyî de hebûye, û ji ber beşdarnebûna hin fireksiyonan di rûniştinan de hat aktîvkirin, got jî: mûçeya parlemantar 7 milyone û mehane 8 civîn encumena nûneran hene û her parlementarek ku di her rûniştinekê de beşdar nebin milyonek ji mûçeya wî tê birîn.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
Serok Bafil:Hikûmeta bê divê hevseng û hevkarî têde be
12:02 AM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05






Aplîkêşin

