Şefafiyet : dahata heftane ya Silêmaniyê nêzîkî 20 milyar dînar e

Kurdistan 10:19 AM - 2024-03-01
Şefafiyet PUKMEDIA

Şefafiyet

Silêmanî

Malpera Şefafiyet [Zelalbûn] di heftiya borî de ji 24.02.2024 heta 1.3.2024, dahatê parêzgehên Silêmanî û Helebce û Îdareyên Germiyan û Raperînê eşkere kir ku zêdetirî 20 milyar ,462 milyon ,906 hezar û 206  dînar bûye ku 19 milyar ,282 milyon , 980 hezar û 600 dînar ku (%94) bi pere ye û 1 milyar ,179 milyon , 925 hezar û 606 dînar jî bi çeqê (%6).

Qubad Talebanî pêşengê Zelalbûnê ye di dahat de

Piştî 30 salên desthilatdariya Kurd li Herêma Kurdistanê, Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Hikûmeta  Herêma Kurdistanê, roja 15.12.2022ê projeyek ji bo şefafiyeta hinartina neftê li parêzgehên Silêmanî û Helebce û Rêveberiyên Germiyanê û Raperînê  ragihand ku di vî warî de yekemîn e li Kurdistan û Iraqê bi giştî.

Ev proje di nav derdorên Kurdistanê de bi awayekî berfireh hate pêşwazîkirin û daxwaz kirin ku ew proje bi giştî were kirin û ji hemû herêmên Kurdistanê ku îthalata neftê lê heye  jî hebe.
Qubad Talebanî di axaftina xwe ya li ser ragihandina projeyê de got: “Ez projeyek girîng radigihînim, ew jî projeya şefafiyeta hinardekirina neftê ye.”

Pêwîste Zelalbûn bibe malê hemû Kurdistan

Got jî: Zelalbûn bernameyeke ku hemû hinardekirina neftê li parêzgehên Silêmanî û Helebce û îdareya Raperîn û Germiyanê dihewîne, ku rojane bi şefafîyeteke temam tên komkirin û tomarkirin daku her kes li her demê hûrgilîyên wan hinardekirinê bibîne bi rêya malpera shafafiat.com.”

Cîgirê  serokwezîr di berdewamiya axaftina xwe de got: Ev bîr û hizra hanê derketiye holê ji ber ku şefafiyet bingeha bingehîne ji bo peydabûna pêbaweriyê di navbera hemwelatiyan û her desthilateke siyasî li cîhanê, lewra girînge hûn lê binêrin.
PUKMEDIA


zêdetir tamaşe bike

Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî

Kurdistan 11:10 PM - 2024-05-15 Serok Bafil: YNK niha ji berê cudatir e

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket