Darayiya Êraqê pişt bi Hejmarê Min nabeste
Kurdistan 01:12 PM - 2024-02-28
PUKMEDIA
alayên Hikûmeta Herêm û Federal û wezareta Darayî
Wezareta
Darayî ya Êraqê ji bo şandina mûçeyên meha Sibatê li benda lîsteya Hikûmeta
Herêma Kurdistanê ye. Ji
bo mûçeya meha Adarê jî hewl dide hesabê bankê veke. Endamê Lijneya Darayî ya
Parlamentoya Êraqê got: Wezareta Darayî ya Êraqê ji bo çêkirina hejmara bankî
ji bo mûçexwarênHerêmê pişt bi hejmara min nabeste.
Bo hejmara bankê mûçexwaran pişt bi bankên hikûmî dibesteEndamê Komîteya Darayî ya Parlamentoya Êraqê Mistefa Xelîl Girawî ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand: Li gorî biryara Dadgeha Federalî, pêwîste mûçexwarên Herêmê li bankên hikûmî ser bi wezaretên darayî hejmara elektronîk hebin, Her hesabên din ên ku di bankên taybet ên Herêma Kurdistanê de bên vekirin, li cem Wezareta Darayî ya Êraqê nayê pêbawerkirin.
Mistefa Xelîl Gerawî got: “Wezareta Darayî ya Êraqê dikare sud ji (hejmara min) werbigre, ku niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê xerîkî vekirina hejmarê bo mûçexwaran re ye, lê wek hejmareke bawerpêkirew pişt pê nabestê.
Divê mûçeyên sê mehan li karmendan vegereDivê Hewlêr û Bexda lihevkirineke jimêryarê di navbera xwe de bikin û mûçeyên 3 mehên sala borî yên Herêma Kurdistanê yên ku nehatine dabeşkirin, vegerînin.
Mistefa Xelîl El-Gerawî amaje bi wê yekê jî kir ku: mûçeyên meha Sibatê dê li gor lîsteya fermanberên Wezareta Darayî ya Êraqê be û heta niha wezareta darayî hikûmeta Herêma Kurdistanê lîste neşandiye, lê ji bo mûçeyê meha Adarê divê hejmarê banka hikûmî hebe. Bi dîtina min ne zehmet e ku ew hesab were çêkirin divê di nava mehekê de ji bo mûçexwarên herêmê bên çêkirin.
Dabeşkirina mûçeya meha Azarê bi rêya hejmara bankî dibe
Wezareta Darayî ya Êraqê ji bo şandina mûçeyên meha Sibatê û vekirina hesabên bankî ji bo mûçeyên meha Adarê daxwaza lîsta hemû karmendên Herêma Kurdistanê kiriye.
Endama Lêjneya Darayî ya Parlamentoya Êraqê D.Nermîn Merûf ji PUKMEDIA re ragihand: Di hevdîtina me ya li gel wezîrê darayî yê Êraqê de wî tekez kir ku ew dê bi biryara Dadgeha Federalî tevbigerin û mûçeyên meha Sibatê yên karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bişînin, bi şertê ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê lîsteya mûçeyên karmendan ji wan re bişîne.
Ji bo çareserkirina kêşeya mûçeyên herêmê, divê hemû karmendên mûçe li yek ji bankên dewleta Êraqê xwedî hejmar bin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

