Biryar bandorê li ser pêkhateya Herêma Kurdistanê nake

Kurdistan 08:02 PM - 2024-02-25
Dadgeha Federal PUKMEDIA

Dadgeha Federal

Dadgeha Federal

Endamê Civata Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Aras Mihemed Axa ji PUKMEDIA re ragihand: Biryarên Dadgeha Federalî ti bandorê li ser pêkhate û ezmûna Herêma Kurdistanê nake.

Got jî: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê parêzvanê rasteqîne yê çarçoweya Herêma Kurdistanê ye û Serok Bafil Celal Talebanî jî gelek baldare ji bo parastina çarçoveya Herêma Kurdistanê ji ber ku Herêm bi xwîna şehîdên Yekîtiya Niştimanî hatiye damezrandin.

Siyasetên şaş bû sedema lawazbûna herêmê
Aras Mihemed Axa dibêje: lawazbûna Herêma Kurdistanê ji ber siyasetên şaş ên hinek aliyên siyasî derketiye holê û em gelekî hajê hene ku çarçoveya Herêma Kurdistanê biparêzin.
Got jî: em dibînin ku parastina Herêma Kurdistanê û ezmûna wê ya demokratîk yek ji karên pêşîne yên karên me ye û em ti gavekî neavêjin ku pêkhateya Herêma Kurdistanê lawaz bike, û ya ku Yekîtiya Niştimanî dike jî ew e hewldana domdar ji bo vegerandina mafên welatiyan li gorî Destûr û yasayên heyî.
Herêma Kurdistanê di destûrê de hatiye îspatkirin

Endama Komîteya Herêm û Parêzgehan di Civata Nûneran de Kurde Omer Ebdullah ji PUKMEDIA re ragihand: Herêma Kurdistanê di destûra herdemî ya Êaqê de cih girtiye.

Wê got jî: Kes nikare destûrê binpê bike û hewla lawazkirina Herêma Kurdistanê bide, ji ber ku ev navçe piştî salên dirêj bi tekoşîna gelê Kurd û qurbanîdana mezin hatiye ava kirin û ne hêsan e ku Herêma Kurdistanê were hilweşandin an jî desthilatên wê werin binpêkirin, û em kar ji bo wê yekê dikin ku Herêma Kurdistanê mûçeyên xwe yên darayî werbigire û mûçeyên karmendan bide.
Wê got: Biryarên Dadgeha Federalî bi ti awayî bandorê li ser pêkhateya Herêma Kurdistanê û ezmûna wê ya demokratîk nake.

Herêma Kurdistanê pêkhateyeke destûrî ye

Endamê Komîteya Yasayî li Civata Nûneran Dara Heme Ehmed Hesen di daxuyaniyeke taybet de ji PUKMEDÎyê re ragihand: Herêma Kurdistanê pêkhateyeke destûrî ye ku di destûrê de cih girtiye û em hemû jî dizanin ku destûr desthilatdariya herî bilinde li welête.
Got jî: di qonaxa niha da ti metirsî li ser pêkhateya herêma Kurdistanê nînin û biryarên dadgeha federal jî bandorê li ser pêkhateya herêma Kurdistanê nake.

Bi biryarên Dadgeha Federal re bi berpirsiyarî tevbigerin

Dara Heme Ehmed Hesen dibêje: Divê berpirsên Herêma Kurdistanê bi hemû berpirsatiya xwe bi biryarên Dadgeha Federalî re rûbirû bin û Serokatiya Herêmê jî bi aliyên siyasî re bişêwire û roja lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê diyar bike.
Got jî: Herêma Kurdistanê bi rêya hilbijartinan dikare vegere cîhê xwe yê xwezayî û dawî li hemû kêşeyên yasayî bîne, pêwîste hikûmet bi hikûmeta federal re hevkarîyê bike ji bo dawî anîna kêşeya mûçe û mûçeyên karmendan û kêşeyên darayî.

biryara baş

Şêrwan Mîrza endamê komîteya darayî ya parlemantoyê di rûniştina berê ya civata nûneran de ji PUKMEDIA re ragihand: Ev biryara ku tê amaje bi wê yekê dike ku Banka Navendî bi mûçeyên karmendan re mijûl bibe, biryareke başe û bi rêya federaliyê mûçeyên karmendan dabîn dike.
Got jî: Di biryarê de gelek xal hene ku alîkarîya derbaskirina rewşa xirab a aborî li Herêma Kurdistanê dikin û divê hikûmetên Hewlêr û Bexdayê ji bo cîbicîkirina wan biryaran hevkarîyê bikin.
Got jî: Ev biryar tu bandorê li serwerîya herêma Kurdistanê nakin, belku derfeteka başe bo hikûmeta herêma Kurdistanê daku mûçeyên karmendan dabîn bike, kirîza darayî derbas bike û kêşeyên darayî yên ku zêdetir ji 10 salane li benda wane, bi dawî bîne.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket