Komîsyona Hilbijartinan: Em ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê amade ne
Kurdistan 11:55 AM - 2024-02-25
PUKMEDIA
Parlementoya Kurdistanê
Komisyona
Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan ragihand ku wan destpêka meha Hezîranê weke
roja lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ji Serokatiya Herêma
Kurdistanê re pêşniyar kiriye.
Di dema
derbasbûyî de li Hewlêrê civîneke hevbeş di navbera Komîsyona Bilind a Serbixwe
ya Hilbijartinan, Serokatiya Herêma Kurdistanê û Nûnertiya Netewên Yekgirtî ya
li ÊIraqê de ji bo diyarkirina dema lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya
Kurdistanê birêve çû.
Komîsyon
dibêje, ew amade ne ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di meha Hezîrana
bê de bên lidarxistin û dest bi cîbicîkirina rêkarên pêwîst bo amadekarî ji bo
cîbicîkirina vê mafê hilbijartinê kirine.
Destpêka meha Hezêranê pêşniyare
Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan Cumane El-Gelay ji PUKMEDIA re ragihand: Dema şanda Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan li gel Serokayetiya Herema Kurdistane civiya, di navbera 5 û 10 Hezîranê de ji bo lidarxistina helbijartina Parlamentoya Kurdistane peşniyaz kir. Komisyonê pêwîstî bi 4 mehan heye û em li benda derxistina biryara Herêmî ne ji bo lidarxistina helbijartinên meha Hezîrana bê.
Komisyonê dest bi amadekariyên pêwîst dike
Cumane
El-Geleyî dibêje: Komisyonê dest bi tedbîrên giring bo amadekariyên
lidarxistina hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê kiriye, wek nûjenkirina
tomarên dengderan, tomarkirina jidayikbûnên nû, dabeşkirina kertên dengdanê û
pesendkirina sîstemên taybet. Ev qonax li gorî pîvanên navneteweyî gelkî girîng
e.
Herwaha got:
Komisyonê di dema pêşniyar kirina roja meha Hezîranê de, amaje bi îmkanên
pêwîst bo amadekariyên bo lidarxistina helbijartinan kir û bi hemû pêngavên han
ve, komîsyon amadeye hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê li meha Hezîrana bê
encam bide.
Komîsyona Êraqê ye ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê birêxistin dike
Berdevka Komisyona Bilind
a Serbixwe ya Hilbijartinan dibêje: Komisyona Bilind a Serbixwe ya
Hilbijartinan ew e ku dê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê li gorî yasaya
hilbijartinan li Herêma Kurdistanê saz bike.
Wê got jî: Komîsyon dê
çend rênima û sîstemên ku şefafî û paqijbûna hilbijartinan garantî dikin, li
gor tomara dengderan û amêrên elektronî yên dengdanê yên ku li Komîsyonê hene, birêxistin
bike.
Cumane El-Geleyî dibêje: Encumena
Komisyonan gelek rêzikname û rênimayiyên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê
derxistin û em li benda biryara Desteya Komisyonan bo lidarxistina
hilbijartinan in.
Got jî: bendek yasayî heye ku tê de mafê komîsyonê
heye bo garantîkirina proseya helbijartinan li herêma Kurdistanê tedbîrên
pêwîst werbigire û di hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê de jî hijmartina
elektronîk û destî hebe. wek ku di hilbijartinên encumenên parêzgehan de çêbû.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
Serok Bafil:Hikûmeta bê divê hevseng û hevkarî têde be
12:02 AM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05






Aplîkêşin

