Dadgeha Federal dawî li pirsgirêka mûçe tîne
Kurdistan 01:10 PM - 2024-02-22
PUKMEDIA
Pirsa Mûçe
Dadgeha Bilind a Federalî
biryarek derxist û hikumeta federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê ferz dike ku
mûçeyên karmendan bi cih bikin û mehane bê paşxistin bên dayîn û her wiha
Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî neçar kir ku hemû hinardekirina neft û ne neftê
radestî hikûmeta federal bike.
Biryarek baş e di berjewendiya mûçexweran de yePisporê yasayî Elî Temîmî di daxuyaniyeke taybet de ji PUKMEDÎyê re ragihand: Biryara Dadgeha Federalî ya derbarê mûçeyên karmendan li Herêma Kurdistanê biryareke baş e ji ber ku mûçeyê karmendan li hemû navçeyên Êraqê dike yek.
Got jî: Biryara dadgehê dûpat dike ku pêwîste mûçe ji alîyê bankên Êraqî ve bi hemahengî li gel hikûmeta herêma Kurdistanê bê yekkirin û peydakirin, ev biryar gelek erênî ye û bo hemû alîyan erkdare û divê pabendî wê bê kirin.
Maf li xwediyên wan vegerîninCîgirê Serokê Fireksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Luqman Werd di rûniştina pêncem a Parlamentoya Kurdistanê de ji PUKMEDIA re ragihand: Ev biryara Dadgeha Federalî ya derbarê dabînkirina mûçeyên karmendan de, dilniya her kesî li ser mûçeyên xwe dike û baş û guncaw bû.
Got jî: ev biryar wê aramiya aborî li Herêma Kurdistanê dabîn dike û rewşa nelirêtîya aborî ya ku li Herêma Kurdistanê hebû bi dawî tîne û ev biryar li ser herkesî girêdaye û divê hemû alî pê pabend bin.
biryareke başeŞêrwan Mîrza endamê komîteya darayî ya parlemantoyê di rûniştina berê ya civata nûneran de dibêje: Ev erêkirina ku tê de amaje bi wê yekê dike ku Banka Navendî bi mûçeyên karmendan re mijûl bibe, biryareke başe û bi rêya hikûmeta federal mûçeyên karmendan dabîn dike.
Got jî: Di biryarê de gelek xal hene ku alîkarîya derbaskirina rewşa xirab a aborî ya li Herêma Kurdistanê dikin û divê hikûmetên Hewlêr û Bexdayê ji bo cîbicîkirina vê biryarê hevkarîyê bikin.
Biryarê pileya dawî bi dest xistŞêrwan Mîrza dibêje: Biryara Dadgeha Federalî statûya dawî bi dest xistiye û nabe îtîraz û cudahî li ser were kirin û divê her kes pêbendî wê be û derfeteke başe ji bo hevkariya Hewlêr û Bexdayê.
Got jî: Ev biryar derfeteka başe bo hikûmeta herêma Kurdistanê bo rizgar kirina mûçeyên karmendan, derbas kirina qeyrana darayî û dawî anîna kêşeyên darayî yên zêdetirî 10 salane.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
Serok Bafil:Hikûmeta bê divê hevseng û hevkarî têde be
12:02 AM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05






Aplîkêşin

