YNKê mafê pêkhatan û hilbijartinên adil ava kir
Kurdistan 09:42 PM - 2024-02-21Parlamentoya Kurdistanê
Biryarên Dadgeha Federalî ya li ser giliya YNKê ya derbarê hilbijartinên bê yên Herêma Kurdistanê de, dengderan piştrast dike ku dengên wan dê bên parastin û nahêlin parêzgehek mafên parêzgehek din binpê bike, ji bilî ku paraztine ji mafên civakan e û rê nade ti aliyek ji bo berjewendiyên xwe bikar bîne.
Çar herêmên hilbijartinê di parlamentoyê de hevsengiya erdnîgariyê misoger dikin
Cîgirê Serokê Fraksiyona YNKê di rûniştina pêncem a Parlamentoya Kurdistanê de Luqman Werdî ji PUKMEDIA re ragihand: “Biryarên Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê di encama lîstika nebaş a bi kursiyên pêkhateyan re li Parlamentoya Kurdistanê afirî.YNKê pêştir û niha jî alîgirê pêkhatan ê li parlamentoyê de ku nûnerên xwe yên rastîn hebin.”
“Biryara Dadgeha Federalî ya li ser çar herêmên hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê dê hevsengiya cografî li parlamentoyê misoger bike û rê nade ti parêzgehek mafên parêzgeheke din binpê bike.Werdî got: Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê dê careke din helbijartineke paqij û adil li Herêma Kurdistanê misoger bike.’’
YNK parêzvanê mafên pêkahatana ye
YNK parêzvanê pêkhatan e û nahêle ti kes bi dengên wan bileyîze, YNK jî xema hilbijartinên paqij û bêqisûr e û dixwaze baweriyê di navbera dengdêr û pêvajoyê de ji nû ve ava bike.
Endama Fraksiyona YNKê di rûniştina pêncem a Parlamentoya Kurdistanê de Şîrîn Yûnis ji PUKMEDIA re ragihand: “Xwedîtiya mafên pêkhatan li Parlamentoya Kurdistanê ji bo Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistan dê vegere û dê wek berê paraztin li mafên xwe bike û rê nade ti aliyek yekdestdariya dengên pêkhatan bike."
“Pêkhat dikarin nûnerên xwe ji bo 100 kursiyên ku Dadgeha Federal ji Parlamentoya Kurdistanê re veqetandiye bişînin.Wê got: "Tenê gelê kurd dê ji hilbijartinên piralî sûdê werbigire. YNKê bi xeme ku hilbijartineke paqij bê kirin û bawerî di nav dengderan de çêbibe û pêvajoyê de u daxwaza avakirina 4 herêman kir, ji ber ku wek Iraqê, yek navçe jî dadmendiyê misoger nake."
Pêştir Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi rêya Ziyad Cebar, Serokê Fraksiyona YNKê di civîna pêncem a Parlamentoya Kurdistanê de, gilî li dijî madeyên (1-9-15-22-36) yên yasaya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê kiribû. Dadgeha Bilind Fêdêral bersiva şikayetê da û çend biryar di berjewendiya welatiyên Herêma Kurdistanê de da.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Silêmaniyê wê kargeheke cilûbergên leşkerî bê vekirin
08:32 PM - 2024-05-13 -
Partiya Zehmetkêşan: Helwestên YNKê bi nirx in
05:27 PM - 2024-05-13 -
73 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:35 AM - 2024-05-12 -
Emê bibin alîkar ku peywendiyên Kurdistanê û Iraqê bihêztir bibin
02:15 AM - 2024-05-12
zêdetir tamaşe bike
Hêzên Asayîşê li Silêmaniyê ' Dûpişk' girtin
05:11 PM - 2024-05-13
Qubad Talebanî: Pirsgirêka mûçe hat çareserkirin
02:10 PM - 2024-05-13
Cîbicîkirina biryarên Dadgeha Federal dibe merc bo şandina mûçe
02:00 PM - 2024-05-13
Serok Komarê tekezî li ser pêwîstiya parastina çavkaniyên avê ji qirêjiyê dike
01:51 PM - 2024-05-12
zortrin xwendraw
-
Qubad Talebanî: Pirsgirêka mûçe hat çareserkirin
Kurdistan 02:10 PM - 2024-05-13 -
Cîbicîkirina biryarên Dadgeha Federal dibe merc bo şandina mûçe
Kurdistan 02:00 PM - 2024-05-13 -
Hêzên Asayîşê li Silêmaniyê ' Dûpişk' girtin
Kurdistan 05:11 PM - 2024-05-13 -
Partiya Zehmetkêşan: Helwestên YNKê bi nirx in
Kurdistan 05:27 PM - 2024-05-13 -
Talebanî: Ji bo sermayedarên Helebce asankariyê bikin
Kurdistan 10:57 PM - 2024-05-13 -
Li Silêmaniyê wê kargeheke cilûbergên leşkerî bê vekirin
Kurdistan 08:32 PM - 2024-05-13