Hikûmet ji bo bidawîkirina pirsgirêka koçberan ciddî ye

Kurdistan 10:55 AM - 2024-02-19
Kampên Koçberan PUKMEDIA

Kampên Koçberan

Serok Bafil

Wezareta Koç û Koçberan a li hikûmeta federal pêşdebirina cîbicîkirina biryarên Encumena Wezîran a Federalî ya derbarê vegerandina koçberan bo deverên xwe piştrast kir.  Li belavoka ku ketiye destê Malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) ku planek heye ku di dawiya Tîrmeha bê de kampên koçberan bi temamî bên girtin û wezaret bi piştevaniya Encûmena Wezîran dê pêdiviyên pêwîst dabîn bike ji bo vegerandina malbatên koçber.

Biryarek neçarî ye û divê di de,ê xwe de were cîbicîkirin

Di vê derbarê de, Wezîrê Koç û Koçberan Îvan Fayq Cebro di hevdîtina xwe de ligel Cîgirê Nûnerê Taybet ê Netewên Yekgirtî li Êraqê, Kordînatorê Karûbarên Mirovî Gulam Mihemed Îshaq û Serokê Komîseriya Bilind a karûbarên Penaberan (UNHCR), ku biryara Serokwezîr ji bo her kesî girêdaye û dê di roja diyarkirî de were cîbicîkirin, nemaze piştî aramiya ku li deverên vegerê pêk hat.

 

4 Ji bo asankirina vegerê hemahengî di gel rêxistin û aliyên pêwendîdar
Wezîra Koç û Koçberiyê di heyama hevdîtinê li gel nûnerê bernameya Neteweyên Yekbûyî geşepêdan UNDP Oksî Lotsme tekezî li ser hevkarî û hemahengiya hevbeş di navbera wezaret û rêxistinê bo piştevanîkirina malbatên vegerî li navçeyên vegerê bi taybetî qezaya Sencar û girtina kampên koçberiyê ş bidawî anîna vê dosyayê û jinûavakirina malan û  li taxa Qehtaniyê û gundê Koco li Nînewayê.
Pabendbûna bi dema dawiya Tîrmehê

Wezîrê Koç û Koçberan di hevdîtina xwe ya ligel Balyozê Îtalyayê li Êraqê Maurizzo Cricanti de ragihand ku, Wezaret bi hevkariya rayedarên pêwendîdar hewlên mezin dide ku dosyaya awareyan di 30ê Tîrmehê de bi temamî bi dawî bibe.

 

milyon dînar, erkdarkirin û bikarkirina bêkaran

Feydeyên ku hikûmeta federal ji awareyan re dabîn dike, terxankirina 4 milyon dînar bi awayê çêk ji bo her malbatek ku ji awarebûnê vedigere ku bi taybetî li kampên awareyan li herêmê dimînin, û hemû wezaret û parêzgehan ji sedî ji (% 2) ji girêbestên kesên vedigerin re, dê bernameyeke taybet were destpêkirin bi taybet bo û erkdarkirina Wezareta Kar û Karûbarên Civakî ku wan di bernameyan de bihewîne (mûçe, alîkariyên parastina civakî,û deynên nerm ji bo bêkaran bê faîz) wekî îstîsna ji kontrolê.

 

Li herêmê 24 kamp û 32 hezar malbatên koçber hene

Wezareta Koçberan a Federalî berî niha ragihandibû: Wezaretê hemû kampên awareyan li hemû parêzgehan ji bilî kampên Herêma Kurdistanê girtine, kampên mayî jî ji bo awareyan li Êraqê ku (24) kampên tenê li Herêma Kurdistanê ku nêzîkî (32) hezar malbat tê de dijîn piştî êrîşa DAIŞê di Hezîrana 2014an de.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket