Careke din Dadgeh li ser doza giliya Hilbijatinên Herêmê dicive
Kurdistan 10:27 AM - 2024-02-18
PUKMEDIA
Dadgeha Federal
Biryare îro
18-2-2024 Dadgeha Federalî li ser gilîkirina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li
ser guhertina yasaya hilbijartinan careke din bicive, di demekê de ku 10 caran ev
dosya ji aliyê dadgehê ve hatiye paşxistin û Berdevkê YNKê di hevpeyvînekê de
ligel PUKMEDIA got: Ti biryarek ji bo vekişandina gilî ji Dadgeha Bilind a
Federal nehatiye dayîn û YNK’ê jî doz vekiriye.
Ev daxwaz ji
aliyê Serokê Fraksiyona YNKê Ziyad Cebar di rûniştina pêncem a Parlamentoya
Kurdistanê û endama Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê Amanc Şemûn ve hatiye kirin.
Berdevkê YNKê: Em rêzê li biryara dadgehê digirin
Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Saidî Ehmed Pîre di hevpeyvînekê de ligel malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ragihand: Heya niha ti biryarek ji bo paşvekişandina giliya Yekîtiya Niştimanî li Dadgeha Bilind a Federalî li ser yasaya hilbijartinan nehatiye dayîn, paşxistina biryar li ser giliya ye ne sûcê YNKê ye.
“YNK’ê daxwazeke yasayî kiriye da ku pêkhate di hilbijartin û parlamentoyê de nûnerên xwe yên resen hebin û nebin destê ti aliyekî siyasî. Divê Dadgeha Federal dozê yekalî bike û em jî rêz li biryarê digrin.
Rûniştin gelek caran hat paşxistin
Giliyên Yekîtî li ser pênc madeyên yasaya hilbijartina parlamentoya Kurdistanê ye, ku ji aliyê Ziyad Cebar, Serokê Fraksiyona YNKê ve di rûniştina pêncem a Parlamentoya Kurdistanê de li ser madeyên (1-9-15-22-36) yên Parlamentoya Kurdistanê hatiye tomarkirin. Ku berê jî deh caran rûniştina Dadgeha Federal li ser giliê hetiye paşxistin.
Her weha YNK bi rêlya vê giliyê dixwaze bo hilbijartinên bê yên parlamentoyê ku di sala 1992an de ji aliyê Eniya Kurdistanê ve hatibû derxistin bikar bîne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

