Mertala Nexweşxaneya Hîwa pêşkêşî xanima yekem a Iraqê kirin

Kurdistan 10:49 AM - 2024-02-16
Merasîma Roja Cîhanî ya Penceşêra Zarokan Nivîsgeha Ragihandinê ya Şanaz Îbrahîm Ehmed

Merasîma Roja Cîhanî ya Penceşêra Zarokan

Xanima Yekê ya Êraqê

Duh pênşemî Xanima Yekema Iraqê Şanaz Îbrahîm Ehmed beşdarî merasîma  Roja Cîhanî ya Penceşêrê ya Zarokan bû ku ji aliyê Rêxistina Parastina Zarokan - Kurdistanê ve li bajarê Silêmaniyê hat lidarxistin.

Di merasîmê de ku bi amadebûna Dr.Rehêl Ferîdûn Şêwirmendê Wezareta Tendirustiyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê  behsa armanca dermankirin û pêdawîstiyên pizîşkî ji bo nexweşên penceşêrê yên zarokan ji bo yekkirina xizmetguzariyên saxlemiyê yên ku ji wan re di hemû dezgehên saxlemiyê de tên pêşkêşkirin, herwiha başkirina jêrxanê û dabînkirina asankariyên nexweşan û serdana welatiyan hate kirin.

Xanim Şenaz Ibrahîm Ehmed rola Rêxistina Parastina Zarokan - Kurdistanê di peydakirina çareseriya pizîşkî ji bo nexweşên penceşêrê, bi taybetî ji bo malbatên ku dahata wan kêm e, bilind nirxand û tekez li ser giringiya belavkirina çanda nehiştina nexweşiyan, pêkanîna muayeneyên demkî û zû, û perwerdekirina welatiyan kir li ser xeteriyên wan.

Xanima Yekem her wiha guhdariya çîrokên hejmarek ji wan zarokan kir ku tevî temenê xwe yê biçûk bi wêrekî û îrade û bi hevkariya rêxistin û saziyên pizîşkî yên herêmê rûbirûyê nexweşiyê bûne.
Xanim Şenaz Ibrahîm di dema ku zarokek ku ji nexweşiyê rizgar bûye, piştrast kir ku zarokan îsbat kirin ku ew ji penceşêrê bi hêztir in û bi dilên tije hêvî û bi alîkarî û dilsoziya bijîjk û karmendên tenduristiyê yên dilsoz rûbirûyê nexweşiyê bûne.

Di dawiya şmerasîmê de xanim Şenaz Ibrahîm Ehmed sipaha mertalê nexweşxaneya Penceşêrê ya Hîwa ji bo rêzgirtin ji hewlên wê yên ji bo pêşkêşkirina xem û guhdana ji bo kesên tûşî vê nexweşiyê bûne wergirt.
PUKMEDIA


zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket