Talebanî: Biryarê li ser lidarxistina hilbijartinan didin
Kurdistan 05:16 PM - 2024-02-14Talebanî bi Balyozxaneya Amerîkayê re civiya
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî pêşwaziya Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîka li Iraqê David Berger kir û rewşa ewlekariya Iraq, Kurdistan û navçeyê gotûbêj kirin.
Di civînê de ku roja 14-2-2024 li bajarê Hewlêrê bi amadebûna Mark Straw Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê hat lidarxistin, tekezî li ser berdewamiya aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê hate kirin. Her du alî li ser wê yekê hevdeng bûn ku divê hemû alî hestyariya rewşê li ber çavan bigrin, ji ber ku her alozî û helwesteke şaş dikare aramiya Iraq, Kurdistan û navçeyê bixe metirsiyê.
Cîgirê serokwezîr got: ‘’Metirsiya terorîstan li Iraq û Kurdistanê berdewame û DAIŞ û grûpên terorîstî li derfetekê digerin bo rêkxistin û têkdana asayîşa navçeyê, lewra pêwîstiya me bi amadekariyên zêdetir heye bo jinavbirina terorê.’’
Mijareke din a hevdîtinê jî hilbijartinên dahatî yên parlamentoya Kurdistanê bû. Qubad Talebanî tekez kir, ku divê di demeke herî nêzîk de biryara hilbijartinan were dayîn û di demeke nêzîk de hilbijartin bi awayekî paqij, dadmend û şefaf were kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Endamê Fraksiyona YNKê: Me karî mûçeyê malbatên şehîdan zêde bikin
11:10 PM - 2024-09-17 -
Operasyonên dij-terorê ji bo jinavbirina baregehên terrorîstan
10:43 PM - 2024-09-17 -
Şêx Cafer: YNK ji bo sererastkirina rêbaza desthilatdariyê, hevpeymaniyê girîng dibîne
07:15 PM - 2024-09-17 -
Şalaw Kosret Resûl: Em rê nadin xelkên xwecihî yên Hewlêrê bên jibîrkirin
04:36 PM - 2024-09-17
zêdetir tamaşe bike
Biryar Reşîd: Yasaya Peymangeha Şehîdan a Iraqê hat guhertin
06:39 PM - 2024-09-17
Qadir Ezîz dibe alîkarê serokê YNKê
04:12 PM - 2024-09-17
Malbata şehîd Wîdad Hisên: Wateyek kûr ya Monomênta Parêzerên Rastiyê heye
11:39 AM - 2024-09-17
Serok Bafil: Emê binesaziya aborî ya herêma xwe xurt bikin
10:57 PM - 2024-09-16
zortrin xwendraw
-
Malbata şehîd Wîdad Hisên: Wateyek kûr ya Monomênta Parêzerên Rastiyê heye
Kurdistan 11:39 AM - 2024-09-17 -
Serok komarê Êraq`ê beşdarî Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan bû
Êraq 12:24 PM - 2024-09-17 -
Parêzgarê Kerkûk`ê: Xizmetkirina welatiyan erkê her kesekî ye
Kurdistan 01:26 PM - 2024-09-17 -
Qadir Ezîz dibe alîkarê serokê YNKê
Kurdistan 04:12 PM - 2024-09-17 -
Biryar Reşîd: Yasaya Peymangeha Şehîdan a Iraqê hat guhertin
Kurdistan 06:39 PM - 2024-09-17 -
Şalaw Kosret Resûl: Em rê nadin xelkên xwecihî yên Hewlêrê bên jibîrkirin
Kurdistan 04:36 PM - 2024-09-17 -
Şêx Cafer: YNK ji bo sererastkirina rêbaza desthilatdariyê, hevpeymaniyê girîng dibîne
Kurdistan 07:15 PM - 2024-09-17 -
Endamê Fraksiyona YNKê: Me karî mûçeyê malbatên şehîdan zêde bikin
Kurdistan 11:10 PM - 2024-09-17