Serokkomarê Iraqê bi biryarnameyekê 12 parêzgar destnîşan kir

Êraq 06:54 PM - 2024-02-13
Serokkomar Buroya Çapemeniyê ya Serokomariyê

Serokkomar

Serokkomarê Êraqê

Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd bi biryarnameyekê 12 parêzgarên ku ji aliyê encûmenên parêzgehan ve hatine hilbijartin, destnîşan kir, lê heta niha parêzgarên Kerkûk û Diyalayê nehatine hilbijartin û ji bo parêzgarê Selahedînê jî ti biryarek derneketiye.

Li gor daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê ya Serokkomariyê, di 13.02.2024an de Serokomarê Iraqê biryarek ji bo parêzgarên nû yên Bexda, Besra, Nînowa, Babîl, Kerbela, Wasit, Ziqar, Necef, Enbar, Musenna, Meysan û Dîwaniye  derxist.Ewê roja merasîmê dest bi kar bikin.

Li gor zanyariyên PUKMEDIA, parêzgarê Selahedîn ji aliyê encûmenê ve hatiye hilbijartin, lê biryare komarî maye ku dest bi kar bike, lê parêzgerên  Kerkûk û Diyalayê nehatine hilbijartin û dema ku proseya hilbijartinê di encûmenê de were kirin, dê biryarnameya komarê were derxistin.
PUKMEDIA


zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket