Xwedî bawernameyên pêşkeftî dikarin bibin karmendên Hukûmeta Federal

Kurdistan 10:20 AM - 2024-02-13
Mafê yeksan yê xwedan Bawernameya bilind PUKMEDIA

Mafê yeksan yê xwedan Bawernameya bilind

Bexdad Xwendevan

Bi hewlên firaksiyona  Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Civata Nûneran, xwediyên bawernameyên master û doktorayê yên ku li Herêma Kurdistanê dijîn, mafê wan heye ku bibin  karmendên hikûmeta federal .

Di vê derbarê de endama firaksiyona  Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê  û Komîteya Xwendina Bilind di Encûmena Nûnerên Iraqê de Bedriye Husên di daxuyaniyekê de ji (PUKMEDIA) re tekez kir: “Li gor vê biryarê ku me hewl boyî dida ji  sala 2019’an ve, ku em ji bo xwendekarên xwe piştrast dikin, xwediyên bawernameyên master û doktorayê yên li Herema Kurdistanê , wek yên parêzgehên  Iraqê xwedî heman maf in.” 

Husên her wiha got: “Hemû xwediyên bawernameyên master û doktorayê yên rûniştvanên Herêma Kurdistanê mafê wan heye ku bi rêya Encûmena Xizmetguzariya Federal daxwaza karkirinê bikin, bi mercê ku dilxwaz bin di saziyên hikûmeta federal de kar bikin.”

Bedriya Husên diyar kir ku: “Ji bo her kesê ku bixwaze wek kadroyên hikûmeta federal bê tayînkirin, ku  di nava saziyên hikûmeta federal de bixebite pêwîste forma randevûyê  dagoire ji 15-3-2024 ‘an,yê were vekirin û dê 21 rojan berdewam bike û tenê xwendekarên zanîngehên ku ji hêla Wezareta Xwendina Bilind a Federal ve hatine nas kirin dê bêne wargirtin."
PUKMEDIA


zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket