Encumena Kerkûkê ji bo lidarxistina yekemîn civîna xwe li benda rêkeftinê ye

Kurdistan 02:25 PM - 2024-02-12
Encumena Parêzgeha Kerkûkê PUKMEDIA

Encumena Parêzgeha Kerkûkê

Kerkûk

Encumena Parêzgeha Kerkûkê ji bo lidarxistina yekemîn civîna xwe û hilbijartina postên bilind li benda rêkeftina aliyên serketî ye, endamekî Encumena Parêzgehê jî dibêje, lihevnekirina li ser van helwestan rê li ber civîna Encûmenê digire.

Di vê derbarê de endama encumena parêzgeha Kerkûkê ji hevpeymaniya (Kerkûk, hêz û îradeya me) Perwîn Fetih ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA re ragihand: Pêwîste rêkeftinek di navbera aliyan de were kirin. Ji bo dabeşkirina postên sereke yên ku parêzgar, serokê encumenê û cîgirên wan in.

Wê her wiha got: Yekîtiya Niştimanî û Partiya Demokrata Kurdistanê li ser mijarên girêdayî parêzgeha Kerkûkê li hev dikin û armanca me ew e ku em her du jî xizmeta Kerkûkê û xelkê wê bikin û amaje bi wê yekê jî kir ku heta niha rêkeftinek di navbera Kurd û Ereban û Tirkmenî de çênebûye ku bû sedem ku civîna encûmena parêzgehê pêk neyê .

Roja 29.01.2024ê hemû endamên encûmena parêzgeha Kerkûkê ji bilî parêzgarê niha Rakan Cibûrî sonda yasayî xwarin. Biryar bû îro duşemî 5ê Sibata 2024ê encûmenê yekem civîna xwe lidarbixista, lê rûniştin ji ber nebûna endamên fireksiyona Erebî û Tirkmenî hat paşxistin.

Di hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de, Kurdan 7 kursî bi dest xistin, 5 kursî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di nava hevpeymaniya (Kerkûk Hêz û îradeya me) û 2 kursî bo Partiya Demokrat a Kurdistanê, lîsteyên Erebî jî 6 kursî bi dest xistin. lîsteyên Tirkmenan 2 kursî bi dest xistin û Tevgera Babil jî kursî ji bo pêkhateya Xiristiyan bi dest xist.
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê jî li parêzgeha Nînowa 2 kursî û li Diyala û Selahedîn jî kursiyek bidest xist.
Encûmenên piraniya parêzgehên Êraqê yekemîn civîna xwe li dar xistin û postên sereke hatin hilbijartin, parêzgehên Kerkûk û Diyalayê jî li benda rêkeftina aliyên serketî di hilbijartinan de man.



PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket