Talebanî pîrozbayî li Yekîtiya Nivîskarên Kurd dike
Kurdistan 07:21 PM - 2024-02-10
PUKMEDIA
Qubad Talebanî
Serpereştyarê Sekretariya Serok Mam Celal 54 saliya damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurd li hemû nivîskar û endamên Yekîtiya Nivîskarên Kurd pîroz dike.
Nivîsa peyamê.
Birêz Serok û Endamên Yekîtiya Nivîskarên Kurd
Bi helkefta 54 saliya damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurd, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we û hemû nivîskarên Kurd dikim.
Bi vê minasebetê em nivîskarên hêja û jêhatî yên komîteya damezrîner bi rêzdarî bi bîr tînin: Ezadîn Mistefa Resûl, Dr. Nesrîn Fexrî, Dr. Kaws Qeftan, Dr. Îhsan Fuad, Dr. Marf Xeznadar, Cemal Baban, Xalid Dilêr, Mihemed Mela Kerîm, Kakam Botanî û Nûrî Elî Emîn. Em ji Husên Arif re temenekî dirêj û saxlemiyê dixwazin.
Têkoşîn û rola girîng a Yekîtiya Nivîskarên Kurd di tevgera rizgariya gelê me de ji her kesî re eşkere ye. Di vê qonaxê de ku medyaya civakî serdestiyeke girîng e, tevî aliyên xwe yên erênî, di heman demê de platformek e ji bo belavkirina ramana pêşverû û pêşvekişîna berbi hemû nirxên bilind ên ku nivîskar û rewşenbîrên kurd sed sal in li ser wan xebat kirine.
Ji ber vê yekê erkê Yekîtiya Nivîskaran û hemû nivîskar û rewşenbîrên Kurd di hişyarkirina civakê de, parastina nirxên bilind û pêşxistina çanda rexneya objektîf ji her demê dijwartir e.
Di vê çarçovê de û ji bo ku em derfetan bidin nivîskar ku rola xwe ya bibandor bilîzin, em pabendî prensîba (dabînkirina nan û azadiyê ji bo nivîskaran) in ku Serok Mam Celal em pê perwerde kirine. Dibe ku di van salên dawî de xemsarî û kêmasî di vî warî de hebin, lê emê hemû hewlên xwe bidin ji bo ku rewşek guncaw û layîq ji bo nivîskar û rewşenbîrên xwe dabîn bikin da ku me hemûyan ber bi pêşerojeke baştir û geştir ve bibin.
Qubad Talebanî
Serpereştyarê Sekretariya Serok Mam Celal
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

