Serok Bafil: Divê jiyan û mûçe bi nakokiyên siyasî re neyê tevlihevkirin

Kurdistan 10:01 PM - 2024-02-07
Serokê YNKê  û Serokê Tevgera Hîkme PUKMEDIA

Serokê YNKê û Serokê Tevgera Hîkme

Bexdad Serok Bafil Celal Talebanî

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li Bexdayê bi Serokê Tevgera Hîkme Seyîd Emmar Hekîm re civiya.

Di hevdîtinê de dawî pêşhatên siyasî hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser yekrêziya hewlên niştimanî ji bo parastina aramiya welat û çareser kirina pirsgirêkên  ku astengiyan li pêşiya proseya siyasî çêdike.

Di civînê de her wiha tekez li ser çareseriya destûrî ji bo pirsgirêkên  di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî de hat kirin, daku hemû hewlên ji bo bidestxistina encameke erênî, parastina mafên mûçegiran û jiyana xelkê nebin qurbaniyên nakokiyên siyasî.

Aloziya li Rojhilata Navîn mijareke dinê vê hevdîtinê bû û Serok Bafil got:’’ Herêm di rewşeke nehevseng re derbas dibe, divê her kes gavên siyasî yên rast bavêje û bi berpirsyarî tevbigere. Divê her kes rê nede ku welat bibe qada çareserkirina nakokiyên derve, ku armanca herî bilind a ku em hewl didin pêk bînin ev e.

PUKMEDIA


zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket