Pirsgirêka mûçeyan li Herêmê ber bi çareseriyê ve diçe

Kurdistan 01:16 PM - 2024-02-07
Mûçe PUKMEDIA

Mûçe

Mûçe Bexdad

Nûnera taybet ya Emîndariya Neteweyên Yekbûyî li Êraqê Jeanine Hennis-Plasschaert pêşwazî li biryara ya vê dawiyê ya pesendkirina diravî bo Herêma Kurdistanê kir, ji aliyê xwe ve endama komîteya darayî ya parlementoyê tekez kir ku pirsgirêkên darayî û mijara mûçe ber bi çareserkirinê ve diçin û em li benda guhartina yasaya budçeyê ne.

Çareseriya mayîndetir ji bo bûdce û mûçeyên herêmê

Nûnera taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Êraqê Jeanine Hennis-Plasschaert di civînekê de li pêş Encûmena Asayişa Navdewletî ragihand: Nekokiyên di navbera Bexda û Hewlêrê de jî li ser mijarên darayî û bûdceyê berdewam in. Digel ku dipejirîne ku gelek pirsgirêkên dijwar û teknîkî li ber dest hene, ev yek vê rastiyê naguhêre ku di nebûna peymanek domdar de, ew mirovên asayî ne ku zirarê dibînin.
Wê got jî: Biryara vê dawîyê ya hikûmeta federal bo pesendkirina darayîya herêmê ji bo meha Çile, li gorî bûdceya federalî ya sala 2024, bê guman bi ciyê pêşwaziyê ye. Lê em dîsa piştrast dikin ku pêwîstiya me bi çareseriyek mayînde heye. Bi gotineke sade: Eger em dixwazin aramiyê biparêzin, divê Herêma Kurdistanê ji bo dayîna mûçeyên mehane yên karmendên hikûmetê, mehane pere werbigire.

Çareserkirina pirsgirêkên aborî

Endama Komîteya Darayî ya Parlamentoyê Dr. Nermîn Mairûf ji PUKMEDIA re ragihand: Divê pirsgirêkên darayî yên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de mane bên çareserkirin û em li benda guhertina yasaya bûdceyê ne.Got jî dosyaya herî girîng di navbera herdu aliyan de pirgirêka mûçe ye û dive were bi yekcarê were çareserkirin.

Hinardekirina Petorlê

D.Nermîn Mairûf dibêje: Em jî li bendê ne ku pirsgirêkên girêday hinartina petrola ji Herêma Kurdistanê were çareserkirin bi taybetî xercên derxistina petrolê û mûçeyên mafên kampaniyên petrolê çareser bikin ji berk u kampaniyên biyanî pêdivî bi xercên zêdetir hene bo derxistina naftê ji berk u jîngeha Herêmê  ciday jîngehên navçeyên din ên Êraqê ye, ji ber wê yekê em li benda çarseriya vê pirsgirêkê ne jî di serrastkirina yasaya budceyê de.

Dosyaya mûçe ber bi çareseriyê ve diçe

Şîrwan Mîrza endamê komîteya darayî ya parlemantoyê di rûniştina berê ya civata nûneran de ji PUKEMEDIA re ragihand: Pirsgirêkên darayî bi taybet mijara mûçeyên karmendan ber bi çareseriya dawî ve diçin.
Got jî: Rêkeftinek di navbera herêma Kurdistanê û Bexdayê de heye ku mehane 618 milyar dînar bên şandin, heta yasaya bûdceyê bi awayekî ku bi yekcarî pirsgirêka mûçe çareser bike.

Zemîn niha baştire

Şêrwan Mîrza dibêje: Rewşa niha ji salên borî baştire ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de.
Got jî: Pirsa mûçeyên karmendan li herêma Kurdistanê rêkeftin û hevgirtineka mezin a Êraqî bidest xistîye, ji ber wê jî dê di çarçeweya civata nûneran de pirsa mûçeyên karmendan li herêma Kurdistanê çareserîyek radîkal bê kirin.

Serok Komarê: Daxistina pişka herêmê û dayîna mûçeyên karmendan

Serokê Komarê Dr. Ebdulletîf Cemal Reşîd tekez li ser pêwîstiya daxistina pişka herêmê ji bûdceya giştî û dayîna mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê li ser heman bingehê kir û got, Ji ber nedana mûçeyên karmendan li herêmê bandorên jiyanî, aborî û civakî hene û amaje bi wê yekê kir ku nedana mûçe bûye sedema girtina dibistanan û bêparbûnê û xwendekar ji xwendinê.

Di hevdîtinê de ku li gel serokên fireksiyonên parlemanî de Serok Komarê tekezî li ser berdewamiya şêwir û hemahengiya di navbera herdu hikûmetan de û dîtina çareyên dawî ji bo pirsgirêka mayî yên di navbera her du aliyan de li gor rêziknameyê destûr û qanun kir.

 Li herêmê kêmasiya mûçe heye

Hikûmeta federal 700 milyar dînar bo heyama 3 mehan wek deyn ji bo dayîna mûçeyên karmendan di sala borî de şandibû Herêma Kurdistanê û di meha borî de jî 618 milyar dînar ji bo dayîna mûçeyên karmendan şandibû.
Encumena Wezîrên Federal biryara şandina 618 milyar dînar derxistiye heta ku yasaya budceya Federal tê serrastkirin, derxistina mûçeyên karmendan ji xerckirin rastîn da ku bixin xercên hikûmetê.

 PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket