Konferansa Rêxistina YNKê wê bê lidarxistin

Kurdistan 11:05 AM - 2024-02-06
Organîzekirina Konferansa Rêxistinê PUKMEDIA

Organîzekirina Konferansa Rêxistinê

YNK Silêmanî

Konferansa Giştî ya Buroya Rêxistinî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) îro wê despê bike û dê sê rojan berdewam bike û di nava wê de xebatên rêxistinî û pêkhateya organên rêxistinê ji nû ve bên birêxistinkirin.
Roja sêşemê 6-2-2024, Konferansa Giştî ya Buroya Rêxistinî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK)  bi diruşmeya (Rêbazeke nû ji bo rêkxistina nûjen) tê lidarxistin li holê Şehîd Şahab li Qeleçola ,ku yek ji pêşniyarên pêncemîn kongireya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ye.
Li gor zanyariyên ku gihîştine malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA): “Di vê konferansê de  karê rêxistinî û pêkhateya organên rêxistinê  bê rêkxistin û ber bi armanc û xebatên baştir ve biçe.’’
Beriya niha Buroya Rêxistinê pêşniyarên rêhevalên navenda xwe ya ji bo konferansa giştî bi mînkonferansê wergirtibû ji bo konferansa giştî bi cidî hatibûn girtin.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket