Kurd li Kerkûkê yek denge

Kurdistan 12:34 PM - 2024-02-05
Kerkûk PUKMEDIA

Kerkûk

YNK Kerkûk

Biryare îro civata nû ya parêzgeha Kerkûkê bi serpereştiya bi tementirîn endamê encumenê yekem civîna xwe li dar bixe, lê ji ber boykotkirina fireksiyonên Ereb û Tirkmen, bîn heye ku civîna yekem a encumenê nayê lidarxistin.

Derbarê civîna Encumena Parêzgeha Kerkûkê de jî, endamê fireksiyona Partiya Demokrat Hesen Mecîd di daxuyaniyekê de ji PUKMEDIA re ragihand: Hemû endamên Kurd dê beşdarî civînê bibin, dibe ku aliyên din jî wê civînê boykot bikin.” Got jî: herçend pêwîstî bi lihevkirineke siyasî li ser dabeşkirina postên parêzgeha Kerkûkê heye, lê boykotkirin bi vê behaneyê xizmeta Kerkûkê û xelkê wê nake, ji ber ku civîna yekem bi giştî bo naskirina hev û danûstandina bîr û ramanane di navbera endamên meclîsê de.

Ji aliyê xwe ve, endama fireksiyona Eniya Tirkmenî ya Êraqê di Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de, Sewsen Ebdulwahêd ji PUKMEDIA re ragihand: Fireksiyona Erebî û Tirkmenî civîna encûmena parêzgehê baykot dikin, ji ber ku aliyên serketî negihîştine rêkeftinê. dabeşkirina postên sereke li Kerkûkê û em hêvîdar in di demek nêzîk de rêkeftinek li ser vê mijarê were kirin.Ev mijar di xizmeta Kerkûk û Kerkûkiyan de ye.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket