YNK, PDK: Destnîşankirina Parêzgarê Kurd bo Kerkûkê û parastina pêkhateya herêmê

Kurdistan 04:40 PM - 2024-02-04
PDK, YNK PUKMEDIA

PDK, YNK

YNK û PDKê

Civîna hevbeş a Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê bi amadebûna Serok Bafil Celal Talebanî bi dawî hat û piştî wê her du aliyan daxuyaniyeke hevbeş belav kirin, ku naveroka wê jî wiha ye.

Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li bajarê Debaşan civîneke hevbeş pêk anîn.

Piştî nirxandin û guftûgokirina dawîn pêşhatên siyasî û aborî yên herêmê û pirsgirêkên ku bi giştî li gel hikûmeta federal nehatine çareserkirin, û pirsgirêka bûdce û jiyan û debara karmendan bi taybetî ji aliyekî ve, û Hilbijartinên encûmena parêzgehan ji aliyê din ve û piştî danûstandina bîr û ramanan û berçavgirtina berjewendiyên bilind ên netewî û niştimanî. Her du alî li ser van xalan li hev kirin:

1- Her du alî li hev kirin ku di qonaxa niha de parêzgarekî Kurd ji bo berjewendiya welatiyên parêzgeha Kerkûkê û hemû pêkhateyên wê destnîşan bikin, ji bo xizmetguzariya xelkê navçe û bajarên wê.

2- Her du alî li ser wê yekê hevdeng bûn ku parastina pêkhateya herêmê û parastina destkeftên şoreş û têkoşîn û xwîna şehîdên Kurdistanê erkê Yekîtiya Niştimanî, Partiya Demokrat û hemû aliyên Kurdistanî ye.   

3- Ji bo çareser kirina kêşeyên siyasî û aborî yên herêmê bi hikûmeta federal re li ser astek bilind, her du alî li hev kirin ku hewlên hevbeş ji bo çareser kirina kêşeyan bi giştî, başkirina jiyana welatiyan û çareserkirina kêşeyên xizmetgozariyê bidin.

Yekîtiya Niştimsnî ya Kurdistanê
Partiya Demokrat a Kurdistanê

4-2-2024

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket