YNKê hewl dide çend zanîngehên Kurdistanê bide naskirin

Kurdistan 11:36 PM - 2024-02-03
Bi Midûrê Giştî yê Wezareta Xwendina Bilind re hevdîtin Hesabê Bedriya Husên ya Facebookê

Bi Midûrê Giştî yê Wezareta Xwendina Bilind re hevdîtin

Xwendevan Freksyona YNKê li Êraqê

Li Herêma Kurdistanê zanîngeh û peymangeh hene ku heta niha ji aliyê Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ve di hikûmeta federal de nehatine naskirin û endamekî firaksiyona  Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê di Encûmena Nûneran de dibêje, wan hewlên xwe zêde kirine ku van zanîngehan nas bikin.

YNK hewl dide Zanîngehên nenaskirî bê nas kirin

Endama Lijneya Xwendina Bilind a li Parlamena Iraqê ser firaksiyona  Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bedriya Husên di daxuyaniyekê de ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA re ragihand: “Lijneya Xwendina Bilind li Civata Nûneran pêşwaziya Birêvebir û karmendên pêşketî di Wezareta Xwendina Bilind a Federal de kir, di nava hefteyekê de du caran, bi armanca gotûbêjkirina dosyayê” Zanîngehên nenaskirî’’, bi taybetî zanîngehên fermî yên Herêma Kurdistanê, ku ev in (Koleja Zanistên Pijîşkî yên Zanîngeha Hewlêrê, Raperîn, Germiyanê û Çarmo )ku ji aliyê Wezareta Xwendina Bilind a Iraqê ve nehatine naskirin, gelek pirsgirêk ji xwendekarên van zanîngehan re çêkirine.

Nasname bo Koleja Tibê ya Zanîngeha Koyê re hat dayîn

Endama Fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di komîteya xwendina bilind a Parlamentoya Iraqê de, Bedriya Husên ji PUKMEDIA re ragihand: “Di encama civînê de biryar hat dayîn ku Koleja Pizîşkî ya Koyê bi fermî were naskirin û di nava mehekê de komîteyek jî ji bo pêkanîna karûbarên teknîkî di navbera Koleja Zanistên Pizîşkî ya Zanîngeha Hewlêrê û Wezareta Xwendina Bilind a li hikûmeta federal de bê avakirin. Bedrîya Husên got ku naskirina zanîngehên Raperîn, Germiyan û Çarmo ji aliyê Wezareta Xwendina Bilind a Iraqê ve berdewam e.

Zaningehên Kurdistan dê di nav rêza zankoyên Iraqê de bin

Endamê Komîteya Xwendina Bilind diyar kir ku “pejirandina van zanîngehan di Wezareta Federal a Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî de, dê di nav rêza zankoyên Iraqê de bin û bi vî awayî dê hemû îmtiyaz û mafên zanîngehên Iraqê hebin Naskirina zanîngehê ji xwendekaran re bêtir derfetan peyda dike.Bi naskirina zanîngehên Garmian, Çarmo û Raperîn, dê ji bo xwendekarên wan derfetên kar û xwendina master û doktorayê li derveyî welat zêdetir bibe û destnîşan kir ku em bi zanîngehên ku hêj nehatine naskirin re bixebitin ku şert û mercên Wezareta Xwendina Bilind a Federal bicîh bînin da ku wekî zanîngehên din bên naskirin. 
Fraksiyona YNKê pêştir jî hewlên cidî bo naskirina van zanîngehan ji aliyê Wezareta Xwendina Bilind a Iraqê ve kiribû, di vê çarçoveyê de serdana Serokomarê Iraqê kiribûn û daxwaz kiribûn zanîngehên Germian, Çarmo û Raperîn bên naskirin.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket