YNKê û PDKê li ser hilbijartinên Parlamentoyê gotûbêj dikin

Kurdistan 05:16 PM - 2024-02-03
Logoya YNK û PDK'ê PUKMEDIA

Logoya YNK û PDK'ê

Silêmanî Hilbijartinên Parlemana Kurdistanê

Biryare sibe Yekşemê 04.02.2024, li bajarê Silêmaniyê, Politbûroya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê bicivin.
Jêderekî ji Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji PUKMEDIA re ragihand: “Civîn dê li bajarê Silêmaniyê li Dabaşan bê lidarxistin û şandeke pilebilind a Mekteba Siyasî PDKê û ligel şandeke bilind a Mekteba Siyasî bicive.
Her wiha di civînê de mijara pêkanîna encûmenên parêzgehên Kerkûk û Nînowa û hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê jî tê gotûbêjkirin.
Biryar e di civînê de pêşveçûnêb n li herêmê bi giştî werin gotûbêjkirin.
Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Saadî Ehmed Pîre ji PUKMEDIA re ragihand: “Niha destpêkirina civînên YNK û PDKê gelekî girîng e, bi taybet piştî alozbûna rewşa Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê, bikaranîna firokeyên bê firokevan, pevçûn li çend parêzgeh û deverên herêmê û hewildanên "Ji bo têkbirina aramiyê û derbaskirina sînor."
PUKMEDIA

 

zêdetir tamaşe bike

Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî

Kurdistan 11:10 PM - 2024-05-15 Serok Bafil: YNK niha ji berê cudatir e

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket