YNKê: Pêwîstiya me bi yekîtî û hevgirtinê heye

Kurdistan 08:42 PM - 2024-01-31
Logoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA

Logoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê

Şehîd Hewlêr YNK û PDKê

Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi boneya 20. salvegera karesata 1ê Sibatê peyamek belav kir û got:“Trajediya 1’ê Sibatê ji bo gelê me xisareke mezin bû, lê ji bo tevgera siyasî ya Kurdistanê jî peyam û hişyariyeke dîrokî bû ku terorîst û dijminên gelê me bê cudahî di navbera rengên me de, weke netewek me dikin armanca wêrankirin, kuştin û qirkirinê."
Teksta peyamê:
Peyama Mekteba Siyasî
Bi boneya bîranîna 20. salvegera karesata 1ê Sibatê
Civakên Gelê Kurdistanê
Hemwelatiyên hêja yên Hewlêra Payîtext
Beriya 20 salan di berbanga  Cejna Qurbanê ya sala 2004an de terorîstan bi xwîn û hêstiran cejn li azadiya gelê Kurd nixumand.
Karesata 1ê Sibatê ku di encamê de zêdetirî 150 şehîd û birîndarên serkirde û endamên YNK, PDK û welatiyên Hewlêrê şehîd bûn ,ku piştî rûxana dîktatoriyê, xisareke mezin bû bo gelê me yê Iraqê. Ji bo tevgera siyasî ya Kurdistanê û hêzên siyasî yên Kurdistanê peyam û hişyariyeke dîrokî bû ku terorîst û dijminên gelê me bê cudahî di navbera rengên me de, weke netewek me dikin armanca wêrankirin, kuştin û qirkirinê.
Cudabûna malbend  û liq, bê cudahî di navbera YNK û PDK û rengên me de, wek yek netewe û yek çarenivîs, me heye û lewra pêwîste rê li dû dûbarebûna karesateke wiha bê girtin li gor ezmûna me pêwîstî bi yekrêziya berdewam û helwesteke hevbeş ya me hemûyan heye, bi taybetî îro ku metirsiyên curbicur li ser ezmûna me ferz dikin ku em bi hev re tedbîrên hevbeş û destpêşxeriyên çêker bigirin û metirsiyan bikin derfeteke guncawtir bo pêşeroja xwe.
Careke din em bejna xwe li ber şehîdên rêber, têkoşer û welatiyên ku hatbûn cejna azadiyê û hemû şehîdên rêya rizgarî û serfiraziya gelê me sere xwe ditewînin.
Mekteba  Siyasî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket