Partiyeke Iraqî bang li serkirdetiya YNKê dike ku destpêşxeriyê bike
Kurdistan 05:54 PM - 2024-01-30
PUKMEDIA
Serokê YNK
Partiyeke Iraqî daxwaz ji Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî kir ku di berdewamiya nêzîkatiya Serok Mam Celal de ku roleke berçav di komkirina pêkhateyên cuda yên Iraqê de hebû, pirojeya diyaloga niştimanî di navbera aliyên Iraqî bike. Çend tehdîd û pirsgirêk hene ku metirsî ne li ser Iraqê, ji ber wê jî rola giring a Serok Bafil û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) diyar e û partiya Iraqî jî ji vê perspektîfê daxwaza destpêşxeriyê dike.
Îro sêşemê 30.01.2024ê Sekreterê Giştî yê Partiya Umeta Iraqê Mehmûd Egilî serdana baregeha Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ya li Bexdayê kir û berpirsê Navenda Bexdayê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Rebîha Hemed Ebdullah pêşwazî lê kir.
YNKê xwedî nêzîkatiyeke neteweyî ye li ser rêya Serok Mam CelalDerbarê civînê de Seroka Navenda Bexdayê Rebîha Hemed ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA re ragihand: “Li ser esasê rola mezin a Serok Mam Celal li Iraqê û berdewamiya Serok Bafil Celal Talebanî di heman nêzîkatiyê de, Sekreterê Giştî yê Partiya Ummeyî Mehmûd El-Ugaîlî bang li Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Bafel Celal Talebanî kir ku, projeya diyaloga niştimanî ji bo berjewendiya gelên Iraqê û çareserkirina pirsgirêkan li welat ku di vê qonaxa niha de di mexdûriye de pêş bixe.
Rebîha Hemed got ku serokê Partiya Ummet piştrast kir ku :"Yekîtiya Niştimanî xwedî nêzîkatiyek niştimanî ye û di nav partî û hêzên siyasî de û heta di asta civakê de jî tê qebûlkirin."
Her wiha got: Di destpêka hevdîtinê de şanda mêvan pîrozbayî li Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê kir ji ber serkeftina di hilbijartinên Encûmena Parêzgehan de, bi taybetî li Parêzgeha Kerkûkê û balkişand li ser wê yekê ku her du aliyan behsa çend mijarên siyasî kirin. Serokê Partiya Ummeyî ya Iraqê pêşnûmeya diyaloga niştimanî pêşkêş kir û tekez kir, ku navenda Bexdayê dê vê bi fermî ji Partiya Umme wergirt û ji Serok Bafil Celal Talebanî re bişîne.
Mala Serok Mam Celal, parêzvanê hemû Iraqiyan eBerpirsê navenda Bexdayê ya Yekîtiya Niştimani ya Iraqê diyar kir: “Niha Iraq tûşî çendîn pirsgirêkên navxweyî û derve bûye, ji wan pirsgirêkên di navbera hikûmeta federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê de û bi zanîbûna metirsîyên li ser Iraqê, bang li Serokê Yekîtîya Niştîmanî hate kirin ku mala Serok Mam Celal li Bexdayê wek berê bike konek ji bo komkirina bîr , raman û arasteyên cuda û çareserkirina pirsgirêkan.
Berpirsa Navenda Bexdayê amaje bi wê yekê jî kir ku wê şanda mêvan piştrast kiriye ku;“Yekîtiya Niştimanî bi berdewamî li ser rêya Serok Mam Celal dimeşe û hewla çareserkirina pirsgirêkên siyasî yên berdest bi diyalog û jihevtêgihiştinê.”
Wê amaje bi wê yekê jî kir ku, şanda Partiya Ummeyî ya Iraqê nerazîbûna xwe li hember neşandina pişka Herêma Kurdistanê ji bûdceya Herêma Kurdistanê û paşxistina mûçeyên karmendên herêmê nîşan da û amaje bi wê yekê jî kir, ku pirojeya diyaloga niştimanî karîne hemû pirsgirêkan çareser bike. Li ser pirsgirêkên Iraqê, Serok Bafil wek kesekî hêjayî qebûlkirina vê projeya neteweyî ya ku di berjewendiya hemû Iraqiyan de ye, dinirxîne."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

