Encûmena Parêzgeha Kerkûkê yekem civîna xwe lidar xist

Kurdistan 12:45 PM - 2024-01-30
Hejmarek endamên encumena parêzgeha Kerkûkê Ji torên civakî

Hejmarek endamên encumena parêzgeha Kerkûkê

YNKê Kerkûk

Civata parêzgeha Kerkûkê piştî sondxwarina endamên xwe roja pêncşemê 1-2-2024 dê yekem civîna xwe li dar bixe.
Endamê encûmena parêzgeha Kerkûkê Dr. Ehmed Fatîh ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand:“Li gorî desthilata ku yasa jê re hatiye dayîn, bi wekalet parêzgarê Kerkûkê ji endamên encûmena parêzgehê re ragehandiye ku divê roja pêncşemê civata parêzgehê yekem civîna xwe pêkbîne.’’
Dr Ehmed Fatîh got: ‘’Hevpeymaniya Kerkûkê Hêz û Îradeya me ye ku em li gel endamên din ên encumenê kar bikin bo xizmetkirina xelkê Kerkûkê û danîna aliyekê nakokiyên siyasî.’’
Roja 29.01.2024ê 15 namzedên dadgeha pêdaçûnê ya Kerkûkê ji bilî parêzgarê niha yê bajêr Rakan Cibûrî wek endamên encûmenê sond xwaribûn û biryar e di rojên pêş de yekem civîna xwe lidar bixin.
Li gorî qanûnê di nava mehekê de Rakan Cibûrî weke namzet ku hatiye  hilbijartin divê li encûmena parêzgehê sonda yasayî bixwe û eger heta wê rojê sond nexwe, dê endamtiya xwe ji dest bide.
Piştî 18 salan, roja 16-12-2023, dengdana taybet û di 18ê heman mehê de, dengdana giştî ji bo hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê birêve çû, ji bilî wê yekê ku, zêdetirî 7 heftiyan e ku encûmena parêzgehê ti civînek li dar nekiriye. 

Yekitiya Niştimanî li Kerkûkê yekemîn serkeftî ye
Encumena Parêzgeha Kerkûkê ji 16 kursiyan pêk tê û li gorî encamên hilbijartinan ku ji aliyê Desteya Komîseran a Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan ve hatiye pesendkirin, Kurdan 7 kursî di Encumena Parêzgehê de bi dest xistine, ku 5 ji wan ji bo Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê  {Hevpeyîmaniya Kerkûkê Hêz û Îradeya me ye ku Partiya Komunista beşeke ji wê ye} û 2 kursî ji bo Partiya Demokrat a Kurdistanê, lê lîsteyên bi dest ketine zimanê erebî 6 kursî, tirkmenan 2 kursî, û tevgera babilî kursî ji pêkhateya mesîhî re bi dest xistin.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket