Korbenda Navdewletî ya Silêmanî karên xwe bi dawî anî
Kurdistan 08:03 PM - 2024-01-25
PUKMEDIA
Qubad Talebanî
Yekemîn Korbenda Navdewletî ya Silêmaniyê bo Afirînerî û Karzanî êvarê
25.01.2024ê danê êvarê karê xwe bi dawî anî, di encamê de pêşniyar û biryarên
li gor berjewendiya xwedî kar û sermayeguzar û afrîneran de bû.
Cîgirê Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî di dawiya vê korbendê
de gotarek pêşkêş kir û got: Demeke dirêj e em mijûlî amadekariyên vê pirojeyê
ne, ku armanca wê şirovekirina pirsgirêkan û piştre danîna çareseriyên
biaqilane ye.
Qubad Talebanî her wiha got: Tiştê xweş ew e ku niha xwediyê kar
dikarin di nava 24 demjimêr de û bi bihayê tenê 63 hezar dînarên Êraqî ruxseta
damezrandina kompaniyan werbigirin û bi vê yekê jî astengiyên li pêşiya
xwediyên kompani û karsazan ji holê rakin.
Cîgirê Serokwezîr destnîşan kir ku me di vê korbendê de biryar da
ku ji bo berjewendiya xwediyê kampaniyan û veberhêneran çend tedbîran bigirin
ku ya herî girîng mijara komkirina bac û xercê ye. Axaftina xwed bi vê gotinê
bi dawî anî: Ev korbenda ne tenê ji bo windakirina demê û pêşkêşkirina
pirsgirêkan e, lê ji bo çareserkirina wan di xizmeta afirîneran de em ê bi
xurtî dest bi xebatê bikin.
Çalakiyên Korbenda Navdewletî ya Afirînerî û Xebatê li bajarê
Silêmaniyê îro berî nîvro, bo yekem car li Herêma Kurdistanê û Êraqê bi
beşdariya 300 mêvan, xwedîkar û afrîner dest pê kir.
Qubad Talebanî di axaftina
xwe ya destpêkirina korbendê de got: Divê hevkarî di navbera saziyên hikûmetê û
kardêrên ku di warê bazirganiyê de xwedî ramanên afirîner in, hebe û îmkanên
pêwîst ji bo wan dabîn bikin. karibin kampaniyên xwe ava bikin û karûbarên xwe
bi hêsanî bimeşînin û bi vî awayî ji kesên din re derfetên kar peyda bikin.
Wî zêde kir: "Ez gelek kêfxweş dibim dema ku ez van hemî
beşdaran – konsulên welatan, nûnerên welatan, karsaz, afrîner û nûnerên
hukûmetê - di çalakiyên korbendê de dibînim. Em li vir in ku ji pirsgirêkan re
çareseriyên jîr û afirîner bibînin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
Serok Bafil:Hikûmeta bê divê hevseng û hevkarî têde be
12:02 AM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05






Aplîkêşin

