Beşdarbûn û sersaxiya xanima yekem di merasîma oxirkirina 41 Kurdên Êzidî de

Kurdistan 11:57 PM - 2024-01-24
Xanima Yekem  Iraqê gel malbatê Şehîdan Ajans

Xanima Yekem Iraqê gel malbatê Şehîdan

Şehîd

Xanima yekem a Iraqê Şenaz Îbrahîm Ehmed beşdarî merasîma oxirkirina 41 qurbaniyên komkujiya Êzdiyan bû, ku ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatibûn şehîdkirin.
Îro 24-1-2024 li Monûmenta  Qirkirina Êzidiyan li Şengalê,Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo ruhê pakê şehîdan dest pê kir û piştre sirûda niştimanî hat xwendin, piştre hejmarek ji beşdaran axaftinek pêşkêş kirin û tawanên rêxistina terorîst a DAIŞê li dijî Êzdiyan û pêkhateyên din şermezar kirin.
Di merasîmê de, xanima yekem a Iraqê hevxemiya xwe ji malbatên şehîdan re xwest û dilgiraniya xwe jî li hember wan tawanên hovane yên li dijî Iraqiyan bi taybet Êzdiyan nîşan da. Wê bal kişand ser wê yekê ku erkekî niştimanî û exlaqî ye ku rêûresmeke hêja ji bo qurbaniyên bêguneh bê rêkxistin, ku qurbanîdan û bextreşiya mezin tûşî wan bûye.
Her wiha xizmên şehîdan spasiya xanima yekem a Iraqê kirin ku şopdarê dozên wan bûye û beşdarî merasîma oxirkirina wan bûye.
Di merasîmê de nûnerên Buroya Tiba Edlî ya Wezareta Tenduristiyê, Saziya Şehîdan, Saziya Gorên Komî û gelek saziyên navneteweyî û herêmî amade bûn.
Cenazeyên 41 şehîdan di gorên komî yên gundên Herdan û Koçoyê de hatin dîtin û testa DNA’yê li Saziya Tipa Edlî ya Bexdayê hate kirin.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket