Serokê Ofîsa UNAMI piştî 7 salan Herêma Kurdistanê terikand

Kurdistan 07:34 PM - 2024-01-24
Saadî Ehmed Pîra û Ricardo Rodriguez  PUKMEDIA

Saadî Ehmed Pîra û Ricardo Rodriguez

Pêyiwendiyên Dîplomasî

Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Saadî Ehmed Pîra li baregeha Polîtboruya Hewlêrê pêşwaziya Ricardo Rodriguez Berpirsê Nûnertiya Netewên Yekgirtî li Herêma Kurdistanê (UNAMI) kir û xelatek pêşkêşî kir.
Rêheval Saadî Ehmed Pîra rola Berpirsê Ofîsa Netewên Yekgirtî li Herêma Kurdistanê (UNAMI) di heft salên borî de bi hemahengiya hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê bi giştî û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi taybetî bilind nirxand û hêviya serkeftinê di erkên pêşerojê de jê re xwestin.
Ricardo Rodriguez spasiya hevkarî û hemahengiya YNKê li gel UNAMI ji bo serxistina bername û pilanên Netewên Yekgirtî li Herêma Kurdistanê kir û soz da ku li her cihê ku lê be, peywendî û dostaniya ligel serkirdatiya YNKê berdewam be.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket