Parêzgariya Silêmaniyê şahidiya geşepêdana veberhênan û peydakirina derfetên kare

Kurdistan 01:02 PM - 2024-01-23
Pirojeya rêya 100 mitrî Ajansan

Pirojeya rêya 100 mitrî

Silêmanî

Parêzgariya Silêmaniyê di warê sermayeguzariyê de geşbûneke bi kalîte dît, ku sala 2023ê bû şahidê dana destûra kar bo zêdetir ji 50 projeyan di sektorên cuda de.

Qubad Talebanî: Silêmanî şahidê geşepêdana Sermayeguzariya bêmînak e

Cîgirê Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî dibêje: Parêzgariya Silêmaniyê di warê sermayeguzariya herêmî de geşbûneke kalîte bi dest xistiye û tekezî li ser bilezkirina tevgera karê bazirganî bi giringîdan bi sektorên pîşesazî, çandinî û geştiyariyê kir.


Got jî: di sala 2023an de, bo cîbicîkirina 53 pirojeyên rewa di warên curbicur de destûr hat dayîn û ev piroje bi bihayê du milyar û 603 milyon dolaran dê bên cîbicîkirin.
Got jî: Sermeyaguzarî li parêzgeha Silêmaniyê gihiştiye lukeyê ku di heyama 20 salên borî de qet ne gihîştiye vê astê û amadehiya xwe ya tam ji bo piştevanîkirina tevgera sermayeguzariyê bo bidestxistina geşepêdana berdewam li bajêr nîşan da.

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got: Em hewl didin di sala 2024an de vê destkeftê bidomînin û bi giringîdan li ser pêşxistina sektorên pîşesazî, çandinî û geştiyariyê, tevgera karê bazirganî bileztir bikin.

Proje sektorên cuda dihewîne
Rêveberê Giştî yê Veberhênana Parêzgeha Silêmaniyê Endezyar Ezîz Seîd Reşîd ji PUKMEDIA re ragihand: Di sala 2023’an de me ruxset daye 53 projeyan bi bihayê 2 milyar û 603 milyon dolar û di nava van projeyan de beşên cuda yên weke xanî, tendirustî, bazirganî. pîşesazî, xizmet, perwerde, geştiyarî û çandinî.
Got jî: eger em van jimareyan bi sala berî 2022an bidin ber hev, di warê cîbicîkirina pirojeyan de di pileya yekem de bûye li ser asta Herêmê û ev sala yekem bû ku destûra cîbicîkirina hejmareke weha mezin a projeyan hatiye dayîn.
Hewldanên Qubad Talebanî bi hevkariyeke baş encam dan

Endezyar Ezîz Seîd Reşîd dibêje: Ev mijar piştî gelek civîn û rênimayiyên ku ji aliyê Qubad Talebanî Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve ji dezgeh û saziyên hikûmetê yên Herêma Kurdistanê re hatin dayîn, hatin.
Got jî: Vê babetê hevkarî û hevahengiya hevbeş di navbera dezgehên hikûmetê û sermayedaran de kir û ev hevkarî encamên gelek girîng dane. Wek çêkirina gelek rê, pir û projeyên xizmetguzariyê yên din.

 

Dabînkirina 19 hezar derfetên kar

Rêveberê Giştî yê Veberhênanan li parêzgeha Silêmaniyê dibêje: Bi van projeyan di sala 2024an de 19 hezar derfetên kar rasterast ji bo hemû welatiyan peyda dibin û 10 hezar derfetên kar bi awayekî nerasterast wek xwaringeh, hotêl û dukanan peyda dikin.
Got jî: Hemû kompanyayên ku ruxset jê re hatine dayîn, kompanyayên xwecihî ne û hemû derfetên kar ji bo welatiyan li parêzgeha Silêmaniyê ne û ev piroje dê bandoreke berçav li pêşxistina jêrxanan û pêşkêşkirina xizmetguzariyên zêdetir bo welatiyan bikin, bi taybetî di sala niha de.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket