Serrastkirina yasaya Budce pirsgirêka mûçe çareser dike
Hewal 12:55 PM - 2024-01-17
PUKMEDIA
Encumena Nûnerên Êraqê
Hewldanên mezin ji aliyê fireksiyonên
Kurdistanî û di serî de Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ve bo serastkirina
yasaya bûdceya federalî û çareserkirina pirsgirêka mûçeyên karmendan li Herêma
Kurdistanê têne dayîn.
Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê di wê baweriyê de ye ku pêwîste mûçeyên karmendan ji nekokiyên
siyasî bên veqetandin û weke karmendên parêzgehên din ên Êraqê mûçeyên
karmendan bi awayekî mehane bê dayîn.
Veqetandina mûçeyên karmendan ji nekokiyên siyasîDr. Nermîn Mairûf Endama Komîteya Darayî ya Encûmena Nûneran di hevpeyvîneke rojnamevanî de ligel malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî PUKMEDIA ragihand: Biryare di demek nêzîk de guhertina yasaya bûdceyê ji bo civata nûneran were şandin ji bo serrastkirinê, lê wê çend hefteyan berxwe bide heta ku were serrastkirin ji ber ku tê pêşbînîkirin ku ew serrastkirin di destpêka Sibata bê de pêk were û heta wê demê, tê çaverêkirin ku hikûmeta federal deynan bide Herêmê.
Endama komîteya Darayî ya Parlamentoyê tekez kir û got: Ya giring ji bo me ewe ku mijara mûçeyê fermanberên herêmê ji erkên hikûmeta Herêma Kurdistanê cuda bikin û weke hemû karmendên navçeyên din bi wan re mijûl bibin. Divê mûçeyên karmendan ji xercên rastî bên cudakirin û niha jî nêrînek heye ku pêwîst e mûçeyên hemû karmendên Êraqî û di nav wan de karmendên Herêma Kurdistanê jî tê de cih bigirin di çarçoveya lêçûnên hikûmetê, lê ev ne pêşniyara dawî ye, li benda rêkeftina her du hikûmetan ji bo çareseriyeke hevbeş ji bo pirsgirêka mûçeyan.
Serrastkirina madeyên girêdayî Herêma KurdistanêD.Nermîn Mairûf got: Daxwaza hikûmeta herêmê û fireksiyon Kurdistanî li civata nûneran ew e ku madeya 11 ku ji sala 2015 ve ketiye nav yasaya Budceyê ku mûçeyên karmendan bi erk û pabendbûna hikûmeta Herêmê hember hikûmeta Federal û tevlîkirina mûçe di xerciyên rastî de aliyeke wê siyasî heye û divê were serrastkirin û dive herdu hikûmet li ser çawaniya guhertina madeyên nekok li hev bikin.
Li benda gîştina serrastkirina Budceyê neEndamê Komîteya Darayî ya Parlamentoyê Cemal Koçer ji PUKMEDIA re ragihand: Em li bendê ne ku guhertina bûdceya federalî ya sala 2024ê bigihêje Civata Nûneran, da ku em bibînin ka teksta guhertinê çi ye ku hikûmeta federal dişîne ji me re.
Got jî: Serokwezîrê Federalî rijd e bo çareserkirina kêşeya mûçeyên karmendan li herêma Kurdistanê û li gor sozên hatîne dayîn, hikûmeta federal bi nîyaz e ku bi yekcarî van pirsgirêkan çareser bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
11:54 AM - 2026-06-06
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06





.jpg)
Aplîkêşin

