Talebanî: Divê Kurdistan û Êraq ji bo parastina serweriya welat kar bikin
Kurdistan 08:14 PM - 2024-01-16
Nivîsgeha Ragihandinê yê Qubad Talebanî
Qubad Talebanî û Konsulê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê
Cîgirê Serok Wezîr Qubad Talebanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê Mark Straw kir, di wê hevdîtinê de çendîn mijarên balkêş hatin gotûbêjkirin.
Di civînê de ku roja sêşemê 16.1.2024 li bajarê Hewlêrê hat lidarxistin, Konsulê Giştî yê Amerîkayê ji ber êrîşa şeva borî ya li ser Hewlêrê, hevxemiya welatê xwe ji hikûmet û welatiyên Herêma Kurdistanê re ragihand.
Di vê derbarê de Qubad Talebanî amaje bi wê yekê jî kir; Êdî bi tu behane nabe serweriya Êraq û Herêma Kurdistanê were binpêkirin û got: Êrîşên bi vî rengî bandorê li aramiya Herêmê dike û aloziyan zêde dike.
Cîgirê Serok Wezîr êrîş şermezar kir û got: Ji bo dawî li êrîş û binpêkirinên bi vî rengî bi awayekî mayînde were kirin, divê hêzên siyasî yên Kurdistanê bibin yek helwest û daxwaz ji her du hikûmetan ya Herêma Kurdistanê û Êraqê dikim ku bi hev re hemû tedbîrên pêwîst ji bo parastina serweriya welêt bistînin.
Di heman hevdîtinê de Qubad Talebanî got; Her welatekî cîran ku nîgeraniya wî hebe, divê bi diyalog û aştiyane pirsgirêkan çareser bike, ne bi şer û bombebarankirina xaka Herêmê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
Serok Bafil:Hikûmeta bê divê hevseng û hevkarî têde be
12:02 AM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05






Aplîkêşin

