YNKê: Êrîşa li ser Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê neqanûnî ye
Kurdistan 01:00 PM - 2024-01-16
PUKMEDIA
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi daxuyaniyekê êrîşa duh bi şev li ser bajarê Hewlêrê kir armanc û di encamê de ziyanên canî hebûn, şermezar kir.
Êrîşa li ser Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ne yasayî ye û em armanckirina welatiyên sivîl şermezar dikin, êrîşa li ser navçeyên niştecihbûyî metirsiyeke mezin e li ser serweriya Iraqê û jiyana welatiyên Herêma Kurdistanê ku herêmeke naskirî ye di çarçoveya dewleta Iraqê de.
Em di Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de di wê baweriyê de ne ku, her pirsgirêkeke hestiyar a siyasî û emnî di navbera welatên cîran de, bi vî awayî û derveyî têgihîştina hevbeş a siyasî û emnî nayê çareserkirin û dê bibe sedema alozî û têkdana rewşa peywendiyên navçeyî, ku bihaya wê yekê ye dê ji aliyê pêkhateyên gelê Iraqê ve bê dayîn.
Bi vê boneyê em sersaxiyê ji malbatên şehîdan û bi taybet malbata şehîd Pêşro Dizeyî re dixwazin û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin.
Erka hikûmeta a federal e ku piştgiriya hemû aliyên siyasî bike , bihêzkirina hewlên xwe bo berevanîkirin ji serweriya welat û asayîşa welatiyan re ye , piştrastkirina yekrêziya rêzên gelên Iraqê bi awayekî bi bandor û parastina gelê Iraqê ye ku prestîja navneteweyî ya welat e jî.
Divê dezgehên fermî yên herêmê û aliyên siyasî bi hemahengî li gel hikûmeta Iraqê ji bo çareser kirina pirsgirêkên heyî û parastina welatiyan û berjewendiyên Herêma Kurdistanê roleke zêdetir bilîzin.
Bila rihê şehîdan sax be
Aştî û rûmet ji bo gel û axa Hewlêra paytexta Kurdistanê
Politburo Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

