Amerîka û Brîtanya: Êrîşa li ser Hewlêrê binpêkirina serweriya Iraqê ye
Kurdistan 10:47 AM - 2024-01-16
Ajans
Êrîşa li ser Hewlêrê
Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Brîtanya êrîşa mûşekî ya ku şeva Duşemê li bajarê Hewlêrê kir armanc û di encamê de hejmareke qurbanî çêbûn, şermezar kirin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller di daxuyaniyekê de ragihand: Amerîka êrişên îro yên Îranê li Hewlêrê bi tundî şermezar dike û sersaxiyê dide malbatên kuştiyan.
Wî her wiha got: Em li dijî êrişên mûşekî yên bêhiş ên Îranê ne ku aramiya Iraqê têk dide. Em piştgiriya hewlên Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ji bo bicihanîna daxwazên gelê Iraqê.
Ji aliyê xwe ve Balyozê Brîtanya li Iraqê Stephen Hagen êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê şermezar kir û di daxuyaniyekê de got: Ez wê kiryara tund ya Îranê li dijî Hewlêrê şermezar dikim, ku binpêkirina serwerî û yekparçeyiya axa Iraqê ye.
Got jî: Ez serxweşî û hevxemiya xwe pêşkêşî malbatên qurbaniyên van êrîşan dikim û di vê qonaxa hesas de piştgiriya xwe bo hikûmeta herêma Kurdistanê radigihînim.
Duşema borî şeva borî çend mûşekan bajarê Hewlêrê kirin armanc û di encamê de mûşek bi ser mala kasibkarekî kurd de ketibû û di encamê de hejmarek birîndar bibûn.
Ji aliyeke din ve, Sipahê Pasdarên Komara Îslamî Iranê berpirsatiya xwe li hember êrîşa ku bajarê Hewlêrê bi mûşekên balistîk kiribû armanc, ragihand.
Mîsyona Neteweyên Yekbûyî li Iraqê: Divê fikarên ewlehiyê bên çareserkirin
Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî li Iraqê êrîşa li ser Hewlêrê şermezar kir got: "Em êrîşa şeva borî ya Îranê li ser çend deverên Hewlêrê li Herêma Kurdistana Iraqê bi tundî şermezar dikin, ku bû sedema qurbaniyên sivîl. Êrîşên ku ji aliyê her alî ve be, binpêkirina serwerî û yekparçeyiya axa Iraqê ye û divê bên rawestandin. ‘’
Wezareta Derve ya Iraqê êrîşa li Hewlêrê şermezar kir û got:“Êrîş dijminatiya serwerî û ewlehiya gelê Iraqê ye, li dijî peywendiyên cîrantiyê û ewlehiya herêmê ye û emê hemû tedbîrên yasayî derbarê êrişa Hewlêrê de bigirin û giliyê li Encûmena Asayişa Navdewletî bikin.’’
Wezareta Derve ya Iraqê ragihand: “Serokwezîr biryar da ku komîteyek ji bo lêkolînkirina êrîşa li ser Hewlêrê bê avakirin.’’
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

