Serokê Komarê tekezî li ser pêwîstiya xerckirina darayî bo Herêmê dike

Êraq 12:22 PM - 2024-01-14
Serokê Herêmê û Serok Komar PUKMEDIA

Serokê Herêmê û Serok Komar

Êraq Serokkomarê Êraqê

Serok Komarê Êraqê D.Ebdul Latîf Cemal Reşîd îro yekşemê 14-1-2024 li Bexdadê pêşwazî li serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şanda vêre kir.

Di hevdîtinê de rewşa giştî û dawîn pêşketinên siyasî, ewlekarî li welêt hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser girîngiya xurtkirina aramiyê û hevkarî û hevrêziyê bo cîbicîkirina daxwazên welatiyan hatin kirin.
Serok tekez kir li ser çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêm û Bexdadê de li gor Destûr û yasayê, û pêdiviya xerckirina darayî ya Herêma Kurdistanê li gor budceyê, û qedandina dosyeya mûçeyên karmendan, herweha tekezî li ser domandina hevdîtin û gotûbêj di navbera herdu aliyan de derbarê mijarên girîng hat kirin, her weha yekkrina erk di navbera hêz û aliyên siyasî de bi piştevanîkirina hikûmetê di destveanîna bernameya xwe ku serweriya Êraqê û biryara wê yê serbixwe biparêze.

Li hember de jî Serokê Herêmê di serdana xwe ya niha ya bo Bexdayê de encamên hevdîtinên xwe yên li gel serkirdeyên aliyên siyasî nirxandin û rola Serokê Komarê di nêzîk kirina nêrînên aliyên siyasî de bilind nirxand, û hewlên cenabê wî ji bo garantîkirina mafên hemû welatiyan, tevî welatiyên Herêmê jî bilind nirxand.


PUKMEDIA


zêdetir tamaşe bike

Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî

Kurdistan 11:10 PM - 2024-05-15 Serok Bafil: YNK niha ji berê cudatir e

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket