Parlamentoya Iraqê serokê nû wê hilbijêre
Îraq 05:44 PM - 2024-01-13
Taybetî
Civîna Meclîsa Nûneran
Îro şemiyê 13.11.2024, demjimêr pêncê êvarî, civîna encûmena nûnerên Iraqê bo hilbijartina serokê nû yê encûmenê dest pê kir.
Desteya Ragihandinê ya Meclisa Nûneran di daxuyaniyeke kurt de ku ji aliyê PUKMEDIA'yê ve hat dîtin, ragihand, civîna Civata Nûneran bi beşdariya 260 parlamenteran dest pê kir.
Tevî ku biryar bû îro şemiyê 13.01.2024ê piştî nîvro civîna encûmena nûnerên Iraqê bo hilbijartina serokomarê nû dest pê bike, lê ji ber nebûna hejmara endamên encumenê, civîn hat paşxistin.
Di vê derbarê de, Berdevka Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li civata nûnerên Iraqê Sozan Mensûr ji PUKMEDIA re ragihand: Biryar bû civata nûneran piştî bidawîhatina bêhnvedana zivistanê di saet 3an de yekem civîna xwe lidarbixe îro piştî nîvro, ji bo hilbijartina serokekî nû, lê rûniştin bi çend saetan hat taloqkirin.”
Mensûr her wiha got: Tê çaverêkirin ku civata nûneran serokê xwe yê nû hilbijêre, tevî ku aliyên Sunne negihîştine berbijarekî diyar, ji ber ku navên sê namzedan behsa wan tê kirin û tê çaverêkirin ku di civînê de yên din jî xwe namzed bikin.
Li gor zanyariyên ku ketine destê PUKMEDÎAyê, tê çaverêkirin ku Civata Nûneran piştî hilbijartina serokomar, di civînên bê de li ser mijara guhertina yasaya bûdceya federalî gotûbêj bike, ji ber ku biryar e Encûmena Wezîran ya Federal deng li ser reşnivîsê bide di demek nêzîk de qanûnê biguherînin û piştre ji Meclîsa Nûneran re bişînin.
Madde û xalên herî girîng ên ku ji bo guhertinan hatine destnîşankirin, girêdayî pişka Herêma Kurdistanê ne, bi taybetî mûçeyên karmendan, ji ber ku aliyên Kurdistanî daxwaz dikin ku mijara mûçeyê ji xerciyên rastî were cudakirin û bikeve nav xerciyên hikûmetê.
Duh, roja Pêncşemê, serokatîya civata nûneran roja helbijartina serokê nû yê perlemanê dîyar kir, ji berku dezgeha ragehandinê ya perlemanê di beyanameyekê da ragehandibû, roja şemî 13ê Rêbendanê wek roja helbijartinê hatîye dîyar kirin jib o hilbijartina serokê nû yê Civata Nûneran.
Di 14.11.2023 de, Dadgeha Bilind a Federalî bidawîkirina endamtiya Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbûsî ragihand, li hember dozeke ku li dijî wî ji aliyê nûner Leyth El-Dulêmî ve hatibû vekirin, ku tê de wî bi sextekariya xwe tawanbar kiribû û dest ji endamtiya Meclisa Nûneran berda û di encamê de Dadgeha Federalî biryara bidawîkirina endamtiya wan (Helbûsî) da.
Piştî vê biryarê, Serokatiya Meclisa Nûneran biryar da ku endamtiya Serokê Meclisê Mihemed Helbûsî bi fermî bidawî bîne.
Navên çend serkirdeyên Sunne ji bo posta serokê nû yê parlamentoya Iraqê hene, wek namzedê Partiya Teqadum Şalan Kerîm, namzedê Hevpeymaniya Siyada Selîm Îsawî û namzedê Hevpeymaniya Azim Mehmûd Meşhedanî.
Li gorî agahiyan, Sunneyan li ser ti yek ji wan namzedan li hev nakin, ji ber wê jî parlamento dê deng bide, ka kî bibe Serokê parlamentoyê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06




.jpg)

Aplîkêşin

