Cenazeyên 170 qurbaniyên Enfalê dê radestî Kurdistanê bên kirin
Kurdistan 10:39 AM - 2024-01-13Enfal
Îro Şemiyê 13-1-2024 termên zêdetir ji 170 qurbaniyên Enfalê yên Germiyanê dê bigihin axa pîroz a Kurdistanê û bi merasîmeke hêja werin veşartin.
Qaymeqamê navçeya Çemçemal Ramak Ramazan ku beşdarî merasîma şandina cenazeyên qurbaniyên Enfalê ji Bexdayê bo Herêma Kurdistanê bû, ji PUKMEDIA re axivî:Îro bi amadebûna xanima yekem a Iraqê Şenaz Îbrahîm Ehmed 172 termên qurbaniyên Enfalê dê bigihin axa pîroz a Kurdistanê.’’
Enfal
Enfal navê komkujiyeke (tevkujiyeke) li Başûrê Kurdistanê ji aliyê sazûmaniya Be's ve hatiye pêk anîn e. Navê xwe ji ayeta Quranê ya Enfalê digire.
A rastî Enfal ne navê qetlîamekê ye, lê navê rêze-tevkujiyan e[çavkanî hewce ye]. Pêla dawî ya Enfalê di 23ê sibata 1988an de li dijî Kurdan li Silêmaniye destpêdike. Li Dola Caf (Cafetî) tevkujî tê destpêkirin û di 6ê îlona 1988an de li Zaxoyê bidawî dibe. Ji Zaxoyê heya Çiyayê Hemrînê ti wargehekî kurdan nayê hîştin. Dîsa Qeladizê, Şivan, Axçeler û hwd gelek navçe tên rûxandin. Gelên li vir tên kuştin û hinek ji wan jî direvin Îran an Kurdistana di bin dagirkeriya Tirkiyeyê. Gelek jî dîl tê girtin û di kampên tunekirinê de tên komkirin.
Gorî statîstîkên navneteweyî li dora 182.000 kurd hatine windakirin[çavkanî hewce ye]. Îro hinek ji wan windayiyan di goristanên giştî de tên dîtin. Dîsa hatiye tesbîtkirin ku pirraniya kurdan bi saxî hatine binerdkirin. Piştî têkçûna sazûmaniya Be's li seranser Iraqê, gelek gorên bikom qurbaniyan hatine dîtin û li ser wan lêkolîn hatine kirin.
Lawên Kurd ji bo perwerdeya leşkerî dibiribûne kampan û bi navê "Lawên Saddam" binavdikiribûne. Rejîma Be's di sala 1983an de 8.000 mêrên eşîra Barzanî dîl digire û dikuje. Bi deh hezaran kurdên feylî herwiha dikuje û bi programa Enfalê jî dixwaze vîna gelê kurd ji holê rabike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
10:47 AM - 2024-05-19
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
06:27 PM - 2024-05-18
YNKê li gorî destûrê hewl dide pirsgirêkan çareser bike
02:02 PM - 2024-05-18
Di salvegera koça dawî ya têkoşer Adil Murad de
10:19 AM - 2024-05-18
zortrin xwendraw
-
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
Kurdistan 06:27 PM - 2024-05-18 -
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
Kurdistan 09:51 PM - 2024-05-18 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
Kurdistan 09:56 AM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19