Talebanî ji şandeke hevpeymaniyê re: Reforma Pêşmerge berdewam e
Kurdistan 10:46 PM - 2024-01-09
PUKMEDIA
Talebanî û şandeke hevpeymanan
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî li Hewlêr pêşwaziya şandeke pilebilind a hêzên hevpeymaniya navdewletî bi serokatiya Fermandeyê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê General Joel Vowell re kir ,di hevdîtinê de rewşa ewlekariya Iraq, Herêma Kurdistanê û navçeyê hat gotûbêjkirin.
Civîna êvariya roja sêşemê (09.01.2024) li bajarê Hewlêrê bi amadebûna Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl, Cîgirê Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve Daban Şadala û Konsulê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê hat lidarxistin. Piştî guftûgokirina pêşhatên dawî yên emnî yên navçeyê, her du alî li ser pêwîstiya hemahengî û hevkariya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî yên li gel hevpeymanan ji bo parastina aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê hemfikir bûn.
Li beşekî dinê vê hevdîtinê de gefên komên terorîst hatin gotûbêjkirin ku, zêdebûna alozî û nearamiyê derfeta zêdetir bo tevgera grûpên terorîstî dide, ji ber vê yekê tekez li ser wê yekê hat kirin ku lazime aliyên siyasî hesasiyeta rewşê li ber çavan bigirin û siyaseteke biaqilane ji bo xwe dûr xin ji her helwesteke ku zirarê dide aramiya Iraq û navçeyê.
Di civînê de behsa çaksaziyên Wezareta Pêşmerge jî hat kirin, di vê derbarê de Cîgirê Serokwezîr tekez li ser berdewamiya proseya çaksaziyê di nav hêzên Pêşmerge de weke ku hatiye plankirin berdewam be.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
11:54 AM - 2026-06-06
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06





.jpg)
Aplîkêşin

