Fehmî Burhan: Ti Kurd ji taxa Newrozê dernakeve

Kurdistan 04:28 PM - 2024-01-09
Fehmî Burhan di kongreyeke rojnamevanî de PUKMEDIA

Fehmî Burhan di kongreyeke rojnamevanî de

Kerkûk

Serokî desteyi gişitî nawçe Kurdistanî derveyi îdareyi Herema Kurdistan Fehmî Burhan ragihand: “Ti malek Kurd jî amade ne di bin her zextekê de ji taxa Newrozê derkevin. Em daxwaz dikin ku pirsgirêkên taxê bên çareserkirin, li dijî destwerdana nedestûrî ya artêşa Iraqê jî giliyê qanûnî hat kirin.’’

Li dijî artêşa Iraqê gilî hatiye kirin
Fehmî Burhan di kongreyeke rojnamevanî de ragihand:  “Li Hewlêrê me bi nûnerên taxa Newroz a Kerkûkê re hevdîtin kir û me bi berfirehî li ser rewşa taxê û pêşhatên dawî gotûbêj kir.’’
Ev doz ne tenê li parêzgeha Kerkûkê ye, li naverast û başûrê Iraqê jî heye, lê ji bilî Kerkûkê li hemû deverên din jî pirsgirêk çareser bûne û wiha got: “Hikûmeta Iraqê nabe nêrîna naverast û başûrê Iraqê hebe û hewl bide pirsgirêkan çareser bike lê ji bo heman pirsgirêk li Kerkûkê jî bi awayekî berevajî prensîbên destûrî û yasayên cîbicîkar tevbigerin." Fehmî Burhan got.
Wî got:"Li dijî destwerdana nedestûrî ya artêşa Iraqê li taxa Newrozê, gilînameyek yasayî hatiye tomarkirin. Em bi hemû awayî piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Desteya navçe Kurdistanê û rewşa jiyana welatiyan dikin. Em hêvî dikin ku hemû gavên qanûnî bavêje û tu pirsgirêk dernekeve da ku her kes encamên destwerdana artêşê ya di nava karûbarên dewletê û jiyana welatiyan de bibîne."
Her wiha got: Wî zêde kir: "Em ê raporteke berfireh li ser bûyerên taxa Newrozê ya Kerkûkê pêşkêşî Serokwezîrtiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya ofîsa xwe ya li Bexdayê dê biçe ser xetê da ku baştir rewşpêş bikeve." Di berdewamiya axaftina xwe de got: “Tek maleke Kurd jî amade nîne di bin her zextekê de ji taxa Newrozê derkevin û emê di demeke nêzîk de encamên gilî û gazincên xwe pêşkêş bikin.’’
Nûnera Taxa Newroz: Divê qanûn pirsgirêkên me çareser bike
Nûnerê Taxa Newroz a Kerkûkê wiha got:  “Artêşa Iraqê bi binpêkirina destûrê êrişî taxa me kir û çend mal dagîr kirin. Daxwaza me ew e ku xeletiyên rêjîma berê dubare nebin.’’
"Em dixwazin pirsgirêka me li gorî yasa û destûra bingehîn were çareserkirin. Em naxwazin li derveyî qanûnê tiştek bê kirin. Li Kerkûkê hemû civak bi biratî bi hev re dijîn, lê rayedarên navxweyî  Kerkûkê  vê rewşê têk didin." Nûnerê Taxa Newrozê got.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket