Yekîtî: Damezrandina rêveberiyeke hevbeş ku nûneratiya hemû pêkhateyan bike

Kurdistan 10:29 AM - 2024-01-08
Aso Mamend di civînê de PUKMEDIA

Aso Mamend di civînê de

Kerkûk YNK

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hewla xwe ji bo avakirina rêveberiyeke hevbeş a xizmetguzarî bê cudahî dupat kir ku hemû pêkhate jê werbigrin û tekez kir ku, danûstandin li gel pêkhateyên din li ser bihêzkirina yekrêziya rêzên Kurdistanî û nîşandana siyaseta gurze gul ku  ji aliyê Serok Mam Celal ve hatibû meşandin.

Ev yek di civîna ku duh li Kerkûkê li gel berpirsên dezgehên helbijartinan hatibû ku bi serperiştiya Aso Mamend berpirsê rêxistinên Kerkûk-Selahedîn yên Yekîtiya Nîştimanî pêk hat û bi amadebûna Şalaw Kosret Resûl û Rizgar El-Hac Hema endamên polîtburoya Yekîtiya Niştimanî.
Di civînê de rewşa siyasiya Êraqê bi taybetî navçeyên nekokd û mijarên rêxistinî û bi taybetî encamên hilbijartinên vê dawiyê yên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê hatin gotûbêjkirin, ku tê de Yekîtiya Niştimanî serkeftineke mezin bi dest xist û ev yek jî dike ku erk û berpirsyaretiyê di paşerojê de li ser mil girantir bibe.
Di civînê de dengderên Kerkûkê ku careke din bi dengên xwe nasnameya kurdistanîbûna bajêr nîşan dan, hatin pîrozkirin û tekez li ser wê yekê hat kirin ku, çawa ku di dema borî de Yekîtiya Niştimanî li ser pirsa Kerkûkê bazar nakiribû di paşerojê de jî dê parastina Kerkûkê bike û dest ji hemwelatiyên xwe û doza xwe ya rewa bernadin.
Amadebûyan amaje bi wê yekê jî kirin ku siyaseta cudaxwazî û nedadperweriyê li îdareya Kerkûkê de rewşeke nebaş derxistiye holê û ji ber wê jî divê rêveberiya nû ji bo bidawîkirina cudahî û neheqiyê bixebite û prensîba wekhevî û pêkvejiyanê pêk bîne.

Di encamê de, di civînê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku siyaseta dirust ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ew e ku dest ji maf û daxwazên niştecihên Kerkûk û navçeyên nekok bernede û Encûmena Parêzgeha nû bibe xendekek bo parastina daxwaz û mafên rewa yên welatiyên Kerkûkê.

Pirsgirêka taxa Newrozê bi qanûnê bê çareserkirin
Şalaw Kosret Resûl bi amadebûna Endamê Mekteba Siyasî Aso Mamend û hejmarek ji endamên Encûmena Serkirdatî serdana taxa Newroz a bajarê Kerkûkê kir û piştevaniya xwe ji bo xelkê Kerkûkê tekez kir.
Di kongreyeke rojnamevanî de li wir Aso Mamend got: Em kar dikin ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bi rêya yasayî û em soz didin xelkê deverê ku em ê mafên wan biparêzin.
Got jî serok Bafil ji me re got ku ew ê werin taxa Newrozê û piştgiriyê bidin şêniyên taxê. Em rê nadin ku ev mal bên valakirin û Serok Bafil dê serdana Bexdayê bike û li ser mijarê bi berpirsên pêwendîdar re biaxive.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket