Rêbwar Taha: Kiryarên artêşê li Kerkûkê neqanûnî ne
Kurdistan 03:46 PM - 2024-01-06Civîna çapemeniyê ya hevpeymaniya Kerkûkê Hêz û Îradeya me ye
Endamên serkeftî yên hevpeymaniya Kerkûkê li ser pirsgirêka taxa Newrozê ya Kerkûkê lêkolînan dikin û ragihandin: “Em piştgiriya welatiyên taxa Newrozê dikin û kiryarên leşkeran ên li taxê ji bo şêniyan neqanûnî û tirsnak e, ji ber ku ne karê artêşê ye ku biçin taxan.’’
Berê jî hewldanên valakirina taxê hatibûn kirinEndamê serkeftî yê Fraksiyona YNKê li Encumena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Taha di civîneke rojnamevaniyê de ku bi amadebûna endamên hevpeymaniya Kerkûk hêz û Îradeya me ye, got: ““Em bi hevalên xwe yên hevpeymaniya Kerkûkê re kar dikin ku piştgiriya xwe ji şêniyên taxa Newrozê re ragihînin û peyama Aso Mamend ya piştgiriya wan dubare dikin .’’ “Berê gelek hewlên valakirina Kurdan ji van deveran hatibûn kirin, di sala 2019an de tenê 24 saet mabûn ku malên xwe vala bikin, lê me ew plan têk bir û em dixwazin behsa belgeyan bikin ji ber ku kiryarên artêşê li vir neqanûnî ne û niştecihên vê taxê ditirsînin, ji ber ku ne karê artêşê ye ku biçin taxan."Rêbwar Taha got.
Delîl dibêjin tax ne milkê Wezareta Parastinê ye
Rêbwar Taha got:“Di sala 2020an de Sekreterê Giştî yê Encumena Wezîrên Iraqê komîteyek taybet li ser hemû milkên Wezareta Berevaniyê pêk anî, di wê komîteyê de wezaretên Dad, Çandinî, Nûavakirin û Niştecihkirin, Darayî û Berevaniyê jî hebûn ,di hemû mal û milkên ku komîteyên ji bo bicihkirina wan hatibûn wezîfedarkirin de behsa taxa Newrozê nehatbû kirin.’’
“Piştî çend mehan komîteyê biryar da ku hemû cîhên Wezareta Berevaniya Iraqê vegerînin lê behsa taxa Newrozê li ser nîne û Nivîsîngeha Tomarkirina Emlakên Kerkûkê jî taxa Newrozê bi belge dike û dibêje ev tax girêdayî Wezareta Darayî û Aborî, Wezareta Şaredariyan û çend kesayetiyên din ên Kerkûkê ye ku di wê demê de xwediyê çend deverên Kerkûkê bûn.’’ Taha got.
Gel birayên ereb, tirkmen û mesîhî yên di emê kar bikin
Her wiha got:"Tişta ku li Kerkûk û taxa Newrozê diqewime ew e ku çavê wan li milkê vê herêmê ye. Lê mixabin diviyabû artêş bi vî rengî destwerdan nekira, ji ber ku saziyên dewletê, dadgeh û polîs hene.’’
Wî zêde kir:’’Di rojên bê de emê li gel birayên ereb, tirkmen û mesîhî yên di encumena parêzgeha Kerkûkê de kar bikin û divê em vê pirsgirêkê çareser bikin, ji ber ku erkê encumena bajêr e ku vê pirsgirêkê çareser bike. Em dikarin tedbîrên din jî bigirin, lê ji bo me parastina ewlehiya Kerkûkê girîng e.”
Roja Pêncşemê 4-1-2023, hêzên artêşa Iraqê êrişî taxa Newroz a bajarê Kerkûkê kirin û çend rûniştvanên wê taxê girtin û piştre jî bi hewlên Aso Mamend û fermandeyê polîsê Kerkûkê ew hemwelatî serbest berdan.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Encumena Nûneran dê hefteya bê serokê xwe hilbijêre
04:50 PM - 2024-05-09 -
Hêzên Dijî Terorê û Koalîsyonê 3 terorîst girtin
11:40 PM - 2024-05-08 -
Serok Bafil ji Dengê Amerîka re got: Hêzên Amerîkî yekser ji Îraqê dernakevin
10:58 PM - 2024-05-08 -
Daxwazên bazirganên bazara Qeyser li Hewlêrê rewa ne
09:22 PM - 2024-05-08
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 09:52 PM - 2024-05-09 Qubad Talebanî: Astengkirina hilbijartinan paşeroja welatê me dixe ber çarenivîseke ne diyar
Qubad Talebanî: Paşxistina hilbijartinan zirarê dighe pêgeha Herêmê
07:40 PM - 2024-05-09
Serok Bafil: Têkiliyên me bi welatan re ji bo bidestxistina berjewendiyên neteweyî ne
04:39 PM - 2024-05-09
Berpirsê navenda yasayî: Nêta Partî paşxistina hilbijartinan e
10:28 AM - 2024-05-09
Serok Bafil: Baweriya min bi diyaloga bi dijminan re heye
09:08 PM - 2024-05-08
zortrin xwendraw
-
Berpirsê navenda yasayî: Nêta Partî paşxistina hilbijartinan e
Kurdistan 10:28 AM - 2024-05-09 -
Qubad Talebanî: Astengkirina hilbijartinan paşeroja welatê me dixe ber çarenivîseke ne diyar
Kurdistan 09:52 PM - 2024-05-09 -
Qubad Talebanî: Paşxistina hilbijartinan zirarê dighe pêgeha Herêmê
Kurdistan 07:40 PM - 2024-05-09 -
Serok Bafil: Têkiliyên me bi welatan re ji bo bidestxistina berjewendiyên neteweyî ne
Kurdistan 04:39 PM - 2024-05-09 -
Encumena Nûneran dê hefteya bê serokê xwe hilbijêre
Kurdistan 04:50 PM - 2024-05-09