Komîsyona Hilbijartinan: Em nikarin roja 25ê Sibata îsal hilbijartinan bikin

Kurdistan 08:55 PM - 2024-01-03
Logoya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê û Avahiya Parlamentoya Kurdistanê PUKMEDIA

Logoya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê û Avahiya Parlamentoya Kurdistanê

Komîsyona Bilind a Hilbijartinê

Serokê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Omer Ehmed Mihemed derbarê lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di roja diyarkirî de bersiva Serokatiya  Herêma Kurdistanê da.
Li gorî wê nameyê, komîsyon sedema derengmayînê bi prosedurên hesabên Wezareta Darayî yên têkildarî darayîyê ve girêdide, ku rê li ber cîbicîkirina nexşerêya komîsyonê derbarê girêbest û kirîna kelûpelên hilbijartinê de girt.
Komisyona Serbixwe ya Hilbijartinan bi fermî Serokatiya Herêma Kurdistanê agahdar kir ku ew nikarin hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di 25ê Sibata 2024an de pêk bînin.
Berdevkê Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan Dr. Îmad Cemîl got:’’ Komîsyona Hilbijartinan a Herêma Kurdistanê ji ber paşxistina biryara Dadgeha Federal a li ser kursiyên pêkhateyan heta 21’ê vê mehê, komisyon nikare hilbijartinên parlementoyê di 25ê Sibata 2024an de pêk bîne.’’
Diyar kir jî, wan bi fermî Serokatiya Herêma Kurdistanê agahdar kiriye û daxwaza kirine bi lihevkirin rojeke din bo hilbijartinên parlamentoyê bê diyarkirin.
Serokê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê pêşniyar kir ku roja nû ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê were destnîşankirin û hemahengî ligel Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan were kirin da ku di hemû waran de hilbijartineke serkeftî bê lidarxistin.
Li gorî bersiva Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê, hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê heta diyarkirina rojeke nû tê paşxistin.
Roja 3ê Tebaxa 2023an, Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê roja 25ê Sibata 2024an wek roja encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê diyar kir û hemû alî raspartine ji bo encamdana rêkarên pêwîst.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket