Du wezîrên YNKê destpêşxeriyên destpakî ne

Kurdistan 07:50 PM - 2024-01-03
Dr.Xalid Şivanî wezîrê dadwerî û Nîzar Amêdî wezîrê jîngehê  PUKMEDIA

Dr.Xalid Şivanî wezîrê dadwerî û Nîzar Amêdî wezîrê jîngehê

Hikumeta Êraqê Destûr YNK

Biryardarê  Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Iraqê ragihand, her du wezîrên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) yên di hikûmeta Sûdanê de stûpakiya  xwe ya darayî pêşkêşî Komîsyona Federal a Gendeliyê kirine û got:"Li Herêma Kurdistanê divê her sal parlamenter, pilebilindên taybet û dadweran destpaskiya xwe ragihînin."

Stûpakiî  gendeliyê ji holê radike
Karwan Yarwais Biryardarê Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Iraqê ji PUKMEDIA re ragihand: “Li Iraqê her sal desthilata cîbicîkar, parlamenter, pilebilind û dadwer stûpakiya  xwe pêşkêşî Komîsyona Destpakiyê  dikin, daku samanên xwe diyar bikin û gendeliyê ji holê rakin û postên hikûmetê ji bo armancên taybet bikar neînin.’’
Karwan Yarwais got: "Girîng e ku desteya cîbicîkar, ku serokatî û serokwezîr jî di nav de ye, bi parlementer, Pile taybet û dadweran  stûpakiya xwe ragihînin, bi vî awayî şefafiya darayî çêbibe û rê li ber îsrafa darayî bigire."
Her du wezîrên YNKê stûpakiya xwe ragihandin
Dr.Xalid Şivanî wezîrê dadwerî û Nîzar Amêdî wezîrê jîngehê di hikûmeta Îraqê de wek destpêşxerî kirin di civata wezîran ku  stûpakiya  xwe ya darayî pêşkêşî Komîsyona Federal a Gendeliyê kirin.
Destûra Iraqê piştgiriya şefafiya darayî dike
Li gorî fermana duyem a sala 2017ê ya Encûmena Wezîrên Iraqê, ku li ser bingeha madeya 80/3 ya destûra Iraqê ye, divê her sal desthilatên cîbicîkar, dadwerî, parlamenter, pilebilindên taybet û dadweran despakiya  xwe pêşkêş bikin.
Kî divê forma stûpakiyê  tije bike?
Di xala 17'an a qanûna jimare 30 ya sala 2011'an a Komîsyona Destpakiyê  de tê gotin ku her kesê di postên serokomar û cîgir, endamên meclîsê (parleman), serokwezîr û cîgiran, wezîr û pileya wezîran, cîgirê wezîr û karmendên pileya taybet , parêzgar, endamên encûmenên parêzgehan, serokên dezgehên serbixwe, cîgir û endamên wan, bi balyoz, konsul û cîgirên wan, dezgehên ewlehiyê, rêvebir giştî û yên ku pileya birêvebiriya giştî û herwiha efserên leşkerî û hêzên ewlekariya navxweyî ji pileya lîwayê bilindtir in, û her kesê ku desteya gendeliyê pêwîst dibîne ku dahat û samanên wî eşkere bike, divê form tije bike.
Lijne li herêmê heye û qels e
Tevî ku li Herêma Kurdistanê Komîsyona Gendeliyê heye, lê ti yek ji wan postên navborî forma destpakiya  darayî tijî nake û komîsyon di cîbicîkirina erkên xwe de lawaz e.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket