Serok Komarê daxwaza hevkarîkirina zêdetir bo pêkanîna ewlehî û aramiyê dike

Êraq 03:15 PM - 2023-12-31
Serok Komar sersala nûh pîroz dike PUKMEDIA

Serok Komar sersala nûh pîroz dike

Êraq Serokkomarê Êraqê

Serok Komarê Dr.Ebdul Letîf Reşîd bi boneya hatina sersala nû peyameke pîrozbahiyê parve kir. Ev peyam wiha ye:

Em hatina sersala nû li hemû gelê xwe pîroz dikin û hêvîdar in ku saleke tijî serkeftin be piştî ku sala 2023an bi encamdana serkeftî ya hilbijartinên herêmî bi dawî hat û ev jî bibe sedem ku xebat ber bi hevkariyeke zêdetir ji bo pêkanîna ewlekarî û aramiyê be ji bo peydakirina keşûhewaya guncaw ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyan, pêşxistina aboriyê û kişandina sermayeguzariyan piştî bidestxistina serkeftinên mezin bi ser DAÎŞê.
Pabendbûna bi destûr û dewleta saziyan û derbasbûna ji serdema desthilata yekdestdariyê dê bibe bingehek bihêz ji bo bidestxistina aramî û aşitiyê ji bo gelê me, û Êraq wê bikaribe rola xwe ya guncaw di civaka navdewletî de bikar bîne, ku me di sala 2023an de gelek li ser xebitîbûn.bi amadebûna bihêz di konferans û bûyerên navdewletî de û di serdanên xwe yên derve de ku pirên ragihandinê ava kirin, ji bo pêşxistina gelek sektoran li Iraqê û sûdwergirtina ji ezmûnên wan di avakirina saziyan de, aramiya civakî, û avakirina sîstemeke têkiliyên navneteweyî yên pêşketîtir.

Her wiha em bang û hêviyên xwe yên ji bo bidawîkirina her cure tundî û pevçûnan li herêmê û cîhanê nû dikin.


Em hertim hêvî û hewl didin ku dawî li kêşe û êş û azarên welatiyên filistînî yên li Xezayê bên da ku gelê Felestînê bigihêje hemû mafên xwe yên rewa.

Em sala nû bi bawerî û hêviyek mezin pêşwazî dikin.
Em ji welatiyên xwe yên Misilman, Xiristiyan û olên curbecur re xêr, aramî û xweşiyê dixwazin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket