Encamê hilbijartinê ji bo Kerkûkê parêzgarê Kurd û YNK ye
Kurdistan 06:39 PM - 2023-12-30
PUKMEDIA
Endamê Serkirdayetiya YNK
Gotûbêjên partiyan bo destnîşankirina parêzgarê Kerkûkê di sala nû de wê despê bike di vê derbarê de Endamekî serkirdayetiya YNKê got:’’ “YNK ji bo her diyalogê li gel hemû partî û pêkhateyên Kerkûkê di çarçoveya encamên hilbijartinan de amade ye û YNK daxwaza parêzgarekî Kurd dike, bi taybetî Yekitiyekî ji bo hikûmeteke berfireh li Kerkûkê.’’
Endamê Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Stran Ebdullah di hevpeyvîneke ligel televîzyona Kurdsat de ragihand;YNKê dixwaze parêzgarekî Kurd ji bo pêkanîna hikûmeta berfireh li Kerkûkê were destnîşankirin û got: “YNK dixwaze parêzgarekî Kurd ji bo pêkanîna hikûmeteke berfireh li Kerkûkê were destnîşan kirin, bi taybetî li gor encamên hilbijartinan û tekezî li ser wê yekê dikin ku divê parêzgar hem Kurd be û hem jî YNK be û YNK jî nêrîna hemû partî û pêkhateyên Kerkûkê li ber çavan digire.”
"YNKê sê prensîb xwe heye, ya yekem ew e ku encamên hilbijartinan çi dixwazin, ya duyem jî hikûmeteke hevbeş e ku hemû pêkhateyên Kerkûkê di nav xwe de dihewîne, ku Serok Bafil di peyama xwe de tekezî li ser wê yekê kiriye û ya sêyem jî yasaya hilbijartinên encumenên parêzgehan e." Stran Ebdullah got.
YNK ji bo her gotûbêjekê amade ye
Endamê Serkirdatiya YNKê got:’’Gotûbêjên hikûmeta dahatû ya Iraqê dê piştî sersala nû dest pê bikin, bi taybetî piştî encamdana gilîkirina li ser encamên hilbijartinan û piştre hikûmeta Iraqê dê bi fermî daxwaza civîna encumenên parêzgehan dike û kesê herî temenmezin serpereştiya civînê bike û paşê parêzgarê Kerkûkê bê destnîşankirin, ku çend rêkarên yasayî hene û pêwîstî bi rêkeftina di navbera aliyên Iraqê de jî heye. Ji bo vê yekê jî YNK dê li Kerkûkê bi hemû partî û pêkhateyên li ser asta herêmî û Iraqê re hevdîtinan dike."
“Erka YNK û hemû aliyên din ji bo vê mijarê dê zehmet be, ji ber ku destnîşankirina parêzgar divê hemû şert û mercan ji bo parastina mafên pekhatan li Kerkûkê pêk bîne û ji bo vê yekê jî wek YNK ji bo her diyalogê amade ne di çarçovyea encamên hilbijartinan de.’’ Stran Abdullah got
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

