Serok Bafil ji Kurdistaniyan re: Erka me ye di berdêla dilsoziya we de xizmeta we bikin
YNK 03:52 PM - 2023-12-29
PUKMEDIA
Serok Bafil Talebanî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî derbarê encamên hilbijartinên encumenên parêzgehên Êraqê de daxuyaniyek belav kir û têde wiha got: Kurdistaniyên hêja li Kerkûk, Xaneqîn, Mendelî, Mexmûr, Deşta Nînewa, Şengal û Tûzxurmatû..
Bi
boneya serkeftina we ya di hilbijartinan de pîrozbahiyê li we dikim û bi ruhê
niştimanî û niştimanperweriyê ku we di roja dengdanê de ji bo hilbijartinên
encumenên parêzgehan nîşan da şanaz im, ku we nîşanek din a serbilindî di
rûpelên dîrokê de nivîsand.
Dubare
tekezkirina we li ser kurdistanîbûna navçeyên nekok û bijartina we ji Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê wek nûnerê we yê rastîn derseke dîrokî ye ku em ji bîr
nakin. Di berdêla dilpakî û dilsozî û sekna we de xizmetkirina we esasê erk û karê
me ye, tişta ku Serok Mam Celal pêşkêşî Kerkûkê kiribû di warê xizmetkirin û
kûrkirina hemahengî û pêkvejiyanê emê berdewam bin. û em ê di nêzîkatiya wî de
berdewam bin.
Em spasiyên xwe yên taybet ji bo hezkiriyên xwe û
hemû pêkhate û neteweyên ku lîsteya hevpeymaniya “Kerkûk Hêz û îradeya me”
hilbijartine dikin. Ez ji we re piştrast dikim ku em ê li go hêviyên we bin.
Her wiha em spasiya xebat û karên kadroyên xwe yên di dema kampînên
hilbijartinê û roja dengdanê de dikin û spasiyên xwe pêşkêşî wan dikim.
Divê erkên qonaxa bê di xebata ji bo kûrkirina
aştiya civakê û dabînkirina jinûveavakirin û bexteweriya zêdetir li herêmê,
pabendî bi siyaseta werd ya ku ji aliyê Serok Mam Celal ve hatiye pejrandin, bi
berçavgirtina hemû meylên cuda, û karkirina ligel birayên xwe yên Ereb, Sunne û
Şîe û birayên me yên Tirkmen û pêkhateyên xwecihî bo avakirina paşerojeke
baştir e, ji ber ku gelê me yê hêja ji me hêvîya xizmetguzariyên zêdetir û
jiyaneke baştir in û em soz didin wan ku vê yekê paşguh nekin.
Bi hev re ber bi xizmetên baştir û serketinên
mezintir.
Bafil Celal Talebnaî
Serokê Yekîtiya Niştimnanî ya Kurdistanî
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

